Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin 2024-08-09 16:04:33 RIHA - Sînan Sutpak ê ev 31 sal in girtî ye û di Girtîgeha Tîpa T ya Yozgatê tê ragirtin. Berdana Sutpak ev cara 6’emîn e tê astengkirin.    Sînan Sutpak di 3’yê gulana 1993’yan de li navçeya Curnê Reş a Rihayê hate girtin û di doza derbarê wî de hatiye vekirin de cezayê hefsê yê muebetê lê hate birîn. Piştî Sutpak hate girtin, bi dorê sewqî girtîgehên Riha, Semsûr, Bûrsa, Mereş û herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa T ya Yozgatê hate kirin. Sutpak di 3’yê gulana 2023’yan de înfaza xwe temam kir lê belê ji ber rapora Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ya “xweşhalî nîn e” berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. Berdana Sutpak de mehên tebax, cotmeh, sibat û gulanê de careke din bi 3 mehan hate taloqkirin û dihat payîn ku dê îro bihata berdan. Lijneya girtîgehê care 6’emîn bi hinceta “xweşhalî nîn e” berdana Sutpak 6 mehan taloq kir.    Di 7’ê tîrmehê de Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji Sutpak pirsî bê ka dema derket dê çi karî bike. Sutpak destnîşan kir ku dema ew ji girtîgehê derbikeve dê biçe li gundê xwe bijî. Hevdîtina bi Sutpak re hatiye kirin ji yek deqîqeyê kêmtir domiya.    Lijneya ku ji deqîqeyekê kêmtir hevdîtinê kiriye bi îdiayên “Dema ji girtîgehê derdikeve enerjiya wî ya dê jiyanê kêm be, piştî ku ketiye girtîgehê têkiliya xwe bi rêxistinê re qût nekiriye, nebûye îtîrafkar, dest ji fikrên xwe yên bîrdozî bernedaye, bi awayekî eşkere rêxistinê wek ‘rêxistina terorê’ pênase nake, bi tu awayî poşman nîn e û meyla wî li ser kirina sûcan e” berdanê Sutpak 6 mehan taloq kir.