Li Şîşhaneyê bertek nîşanî polîtîkayên şer dan 2024-08-09 22:55:34 STENBOL - Di nobeda li Qada Şîhaneyê ya i dijî qeyûm de, bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatê hat dayîn.    Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, li Qada Şîşhaneyê di roja 57'an de dewam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran tîşortên ku "bicehim qeyûm" li ser nivîsandî li xwe kirin. Di çalakiyê de dowîzên li ser "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Bijî berxwedana zindanan" û "Wê qeyûm hesab bide" nivîsandî hatin hilgirtin.    Di çalakiyê de ewilî nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê nivîskar Huseyîn Denîz ê di 9'Ê Tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi êrişeke çekdarî hat qetilkirin hat bibîranîn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Sûltangaziyê Farûk Kaya, diyar kir ku gelê kurd ji bo xwedî li vîna xwe derkeve nobedê digire û got ku heya demokrasî bê wê li qadê bin û bitêkoşin.    Rêveberê DEM Partiyê yÊ Sariyerê Alîcan Akbacak jî diyar kir ku divê meseleya kurd bi rêyên demokratik bê çareserkirin û bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatê. Akbacak got: "Em ne dixwazin zarokên kurdan ne jî yên tirkan bimirin. Gelê kurd ne xayin û dabeşker e. Ên ku van tiştan ferz dikin dabeşker in."    Çalakiya nobedê bi berzkirian dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.