Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe 2024-08-10 11:05:14 ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya diyar kir ku Êlih di sepana polîtîkayên şerê taybet de wek bajarê pîlot hatiye bijartin.  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Êlihê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. Di civîna ku li avahiya Şaxa Petrol Îşê ya Êlihê hat lidarxistin de gelek nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn. Bakirhan beriya civînê der barê geşedanên di rojevê axivî.    Bakirhan diyar kir ku li cîhanê neheqî û newekheviyek mezin heye û got: "Ji ber vê yekê ev bêedaletî û newekhevî ji bo me kurdan jî pirsgirêk e. Têkoşîna me çiqas ji bo nasname û ziman e ew qas jî li dijî bêedaletî û newekheviya vê kapîtalîzma hov e. Li cîhanê ji her demê bêtir hevsengiyek dubendî heye.” Bakirhan diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê di navenda geşedanên li Rojhilata Navîn de ye û wiha got: "Ji ber vê yekê divê em bi rêxistin û hestiyar tevbigerin.”    ‘DIJMINÊ ZIMAN, GOVEND Û KILAMÊN ME NE’    Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî destkeftiyên kurdan û wiha domand: "Li Dêrezorê jî jiyana kurdan qebûl nakin. Ji ber ku kurdên li Japonyayê fêrî zimanê xwe dibûn û Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê, mudaxile kir û hema bêje wê di navbera Japonya û Tirkiyê de krîzek mezin derketa. Tenê ne li Êlih û Wanê dijminê ziman û govenda me ne, li her derê dijminatiya me dikin. Dijminê klamên me ne, em bi pergalek dijminahiyê re rû bi rû ne. Ji bo ku kurd li Japonyayê bi zimanê xwe perwerdehiyê nebînin, rabin peşkê lê xistin.”    ‘LI KURDISTANÊ WEHŞETÊ PÊK TÎNIN’    Bakirhan got: "Ne hêsan e, pergala ku em li dijî wê têdikoşin ne merd e, mixabin li Kurdistanê wehşeteke ku li tu derê cîhanê nîne pêk tîne. Çima? Kurd dixwazin li Rojava bê statü bimînin. Ji bo ku kurd li başûrê Kurdistanê destkeftiyên ne parêzin şer dikin. Naxwazin kurd di rêveberiya xwecihî de bibin desthilatdar. Dixwazin ku kurd zimanê xwe, çanda xwe ji bîra bikin. Ev desthilatdarî îro hebûna xwe li ser vê ava kiriye.”    ÊRIŞÊN LI SER BAŞÛR    Bakirhan bal kişand ser baregehên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: "Niha li başûrê Kurdistanê 85 baregeh û zêdetirî 20 qereqol ava kirine. Sedemek tenê heye; ji bo ku kurd mafan bi dest nexin, ji bo mafên qanûn û statûya kurdan ji holê bê rakirin. Li Rojhilata Navîn qaşo xêra hin welatên din dixwazin, li Kurdistanê jî ji bo kurd mafên xwe bi dest nexin, êriş dikin. Divê em xwedî wê hişmendiyê bin ku em li dijî vê pergalê têdikoşin.”   AKP LI DIJÎ KURDAN DIXWAZE BI DESTÊ ESAD BIGIRE   Bakirhan diyar kir ku AKP li dijî statûya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide bi destên rejîma Esad bigire û got: "Dixwaze bi destê Esad bigire. Em bi sîstemeke ku dixwaze statûya kurdan a li Rojava tune bike re rû bi rû ne. Ji bo kurd li wir statûyekê bi dest nexin, pêwîstî pê dibîne û dê bi Esad re bibin bira. Li derveyî sînor bi têgihiştina dijminatiya kurdan li her aliyê Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin dikin.”    ÊLIHÊ WEK BAJARÊ PÎLOT BIJARTINE    Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li Êlihê pêk tîne û wiha got: "Çima Êlih ji bo wan girîng e? Êlih bajarek e ku ji bo pêkanîna vê dijminatî û polîtîkayên şerê taybet weke bajarekî pîlot hatiye hilbijartin. Li vir hewl didin kevneşopiyeke ku li dijî me qetlîam dike bi rêxistin bikin. Hema bêje heta xwestin destê xwe bixin nav pêşhilbijartinên me, hilbijartina me ya xwecihî jî bikin. Dixwazin li Êlihê rêxistinek ku dixwest xwişk û birayên me, hevrêyên me, gelê me tune bike û rêxistinek di vî warî de bi hezaran pratîkê wê hene bi rêxistin bike. Çi dikin? Êlih bajarek di warê berxwedanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê bajarekî mînak e. Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet ên wek tiryakê û teknîkên şerê taybet Êlihê bi dest bixin. Dixwazin Êlih ji nasnameya wê û ji kevneşopiya ku Edîp Solmaz afirandiye dûr bixin. Dixwazin bajarê Êlihê di nav pirsgirêkên wê, kêmasî û nebaşiyê de bihêlin. Heke pêşî li pêşketina gelê Êlihê û bajarê wan bê girtin wê kî bertek nîşanî êrişên ser Rojava, Başûr, qeyûmê Colemêrgê, tecrîdê bide? Ev dixwazin bajarê me Êlihê ber bi salên 90’î ve bibin û bixin nava şebekeya cînayetên wan salan. Heke Êlihê bêdeng bikin wê kî hesab ji kujerên salên 90’î bixwaze? Divê em neyên lîstokên pergalê û li hemberî lîstok û planên qirêj ên li ser Êlihê hişyar, hesas û hestiyar bin.”    'EM Ê LI DIJÎ TIRYAKÊ TÊBIKOŞIN'    Bakirhan bal kişand ser zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Êlihê û wiha got: “Hûn sedema bikaranîna tiryakê ya di nav zarokên 9 salî de tenê ji ber 3-5 tiryakfiroşan dibînin? Dixwazin zarokên kurd têkoşîn û nasnameya xwe neparêzin, lê dixwazin wan jehrî bikin. Pirsgirêka sereke ya rêveberên me yên herêmî ev e. Heke ew hewl didin Êlihê bixin nava tiryakê û tiştên nebaş, divê em jî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve li dijî vê rêxistin bibin û li dijî vê têbikoşin. Wê ciwanên me ji her demê bêtir li dijî amûrên şerê taybet li kolanan têbikoşin."    ‘EM Ê XWE JI NÛ VE BI RÊXISTIN BIKIN'    Bakirhan destnîşan kir ku divê Elîh li dijî êrişên pergalê vegere ser rastî, cewher û nirxên xwe û got: “Yekane rêya têkbirina van êriş û polîtîkayên şerê taybet rêxistinbûn e. Em ê dîsa xwe bi rêxistin bikin. Em ê dîsa kesên ku ji ber sedemên biçûk aciz bûne û ji me dûr ketine hembêz bikin."   ‘DIVÊ HEVŞAREDAR Û RÊVEBERÊN ME LI KOLANAN BIN'    Bakirhan anî ziman ku divê hevşaredarên wan û rêveberên li kolanan bin, di nav gel de bin û li taxan, kolanan û meydanan li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin û gelê xwe bi tenê nehêlin.    ‘EM ÊLIHÊ BIKIN NAVENDA ÇAND, HUNER Û ZIMAN'    Bakirhan bal kişand ser girîngiya Êlihê ya di warê xwedîderketina çand û zimanê kurdî de û wiha got: "Heke ew govendê qedexe bikin, divê li her gund û taxan xebatên çand, huner û ziman bên zêdekirin û lêkolîn bê kirin. Tu astengiya vê yekê nîne. Em ê Elihê jî weke berê bikin navenda çand, huner û ziman. Heke ev şaredarî hebe, gelê me wê li park û bexçeyên Êlihê rûnê û dê li dengbejan û stranên xwe guhdarî bikin. Ciwanên Êlihê dê li şûna qehwexaneyan bikevin nava xebatên civakî û çandî. Her wiha divê em projeyan çêbikin ku jinên kedkar ên Êlihê hindik be jî tevkariyê li aboriya malbatê bikin."    Piştî axaftinê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.