Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan 2024-08-10 15:35:00 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo Fadîme Çelebî ya rewşa tenduristiya wê giran dibe banga darizandina bêyî girtin kir.  Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di 518’emîn çalakiya xwe ya ji bo balê dikêşin ser rewşa girtiyên nexweş de li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş werin berdan” hate vekirin.     Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş a giran Fadîme Çelebî.    DERMANKIRIN HATE QUTKIRIN   Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Nûray Çevîrmen bi bîr xist ku Fadîme Çelbî di 12’ê tîrmeha 2023’yan de hate binçavkirin, di 13’ê tîrmehê de hatin girtin, wê xistin Girtîgeha Tîpa L ya Edîrneyê û wiha axivî: “Dosyeya ji bo girtina wê wek hincet dane nîşandan hêj jî di pêvajiya Dadgeha Bilind de ye. Fadîme Çelebî berî were girtin, di 23’ê hezîrana 2023’yan de ji ber di mejiyê wê de xwîn hişk dibû acizbûnekî derbas kir. Malbatê ji bo dermankirinê wê birin Stenbolê. Li Stenbolê dermankirina wê hate destpêkirin. Ji ber navbera cejnê navber hate dayîn û dê piştî cejnê dermankirina wê dest pê bikira lê belê hate girtin û dermankirina wê qut bû.”    ‘REWŞA ÇELEBİYÊ GIRAN DIBE’   Çevirmen diyar kir ku ev saleke Çelebî di girtîgehê de tê ragirtin, her ku diçe rewşa wê girantir dibe û axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka hişkbûna xwîna ya bi ser mejiyê wê hêj dawî nebûye. Di heman demê de pirsgirêka tansiyona bilind a Çelebiyê heye. Ji ber vê nexweşiya xwe du caran wê bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê. Ji ber tansiyonê rojane tê kontrolkirin û dermanan bikar tîne.”    ‘EM Ê PARVEKIRINA REWŞA WAN BIDOMÎNIN’   Çevîrmen diyar kir ku ji ber tansiyonê lêdana dilê wê jî zêde bûye û wiha derbirî: “Nerehetî û çingîna guhan bi awayekî tund didome. Sînuzît û serêşiya wê heye. Di çavan dê jî dîtin kêm bûye. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê malbata wê gumanan dike. Daxwaza sewqkirina girtîgehekî nêztir a malbata wê, tim tê redkirin. Em ê di her şert mercan de parvekirina rewşa girtiyên nexweş bidomînin.”