Waliyê Kerkûkê diyar bû 2024-08-11 08:32:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêbwar Taha weke waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin.  Encûmena Parêzgeha Kerkûkê şevê din li paytext Bexdayê li Otêla Rêşîd bi beşdariya 9 endamên encûmenê civiya. Civîna ku duh bi şev ji bo destnîşankirina parêzgarê nû yê Kerkûkê hat lidarixistin de 5 endamên YNK’ê, endamekê xiristiyanan û 3 endamên Ereb bi giştî 9 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê beşdar bûn. Di civînê de endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê ser bi YNK’ê Rêbwar Teha weke waliyê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.   Di civîna şevê din de 2 endamên PDK’ê, endamekê Eniya Tirkmenan û hinek ji endamên Eniya Ereb bi hinceta nebûna lihevkirina pêşwext tev li nebûn.   Ev eniya ku tev li civîna şevê din nebûn, eniya cîbicîkirina ajanda û planên dewleta tirk bû. Li ser vê yekê ev aliyên tev li civînê nebûyîn beriya çend rojan ragihandibûn ku wan (Eniye Tirkmenan, PDK û beşek ji Eniya Ereban) li ser hilbijartina parêzgarê nû yê Kerkûkê lihev kirine. Bi serkêşiya dewleta tirk, li dijî kurdan planek çêkiribû ku tê de hewl dihate dayîn postê Parêzgariya Kerkûkê ji destê kurdan derbixe lê tevî hemû hewildanên dewleta tirk, PDK, Eniya Tirkmenan û beşek ji bi ser neket.