Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike 2024-08-11 15:54:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku hikûmeta Şamê têkildarî êrişên li dijî Dêrazorê gotinên nerast belav dike.    Serokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Şamê ya derheqê êrişên li dijî Dêrazorê, daxuyaniyek da. Li gorî nûçeya ANHA’yê; Rêveberiya Xweser tawanbariyên hikûmeta Şamê yên derheqê Rêveberiya Xweser de weke “Dûrketineke nû ya ji rastiyan” pênase kir û wiha got: “Wezareta Karên Derve ya hikûmeta Şamê wekî her care bi zimanekî dijminahî diaxive. Tevahî gelê Sûriyeyê vî zimanê dizane. Di daxuyaniya xwe de qala ajantiya ji hêzên navneteweyî re dike û HSD’ê bi pêkanîna êrişan li ser Dêrazorê tawanbar dike. Hikûmeta Şamê rastiya bûyerên ku li Dêrazorê rû didin paşguh dike. Ev êriş ji êrişên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê û komên ku desteka xwe jê digirin, dest pê kir.”   Daîreya Têkiliyên Derve destnîşan kir ku hikûmeta Şamê bi vê hişmendiya xwe welat gihandiye rewşa aloz û gendeliyê û daxuyand ku li şûna ku van daxuyaniyên ji rastiyên dûr dabûya, diviyabû behsa dagirkeriya dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter û binpêkirina wê ya li serdestiya xaka Sûriyeyê bikira.   Daîreyê zimanê kîn û xiyanetê red kir û wiha domand: “Vê zîhniyetê li ser gelê Sûriyeyê komkujî pêk anî û hîn jî li ser heman rê ye. Em helwesta gelê Sûriyeyê yê redkirina fitneya ku ji aliyê Şamê ve tê kirin û piştgiriya wê ya ji hêzên ku parastina wan kirine girîng dibînin. Em bang li gelê Sûriyeyê yên li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de dikin ku xîtabên dijminane yên rejîmê neyên xapandin û bi awayekî yekgirtî li hemberî şerekî muhtemel bisekinin.   Em bang li li berpirsên Wezareta Karên Derve yên hikûmeta Şamê jî dikin ku dev ji van gotinên xwe yên demagojîk yên ku wê tu encaman bi dest nexe, berdin.   Tekane rêya rast, guftûgoya navxweyî ye. Ji bo avakirina welatekî demokratîk ev girîng e. Em her projeyeke fitneyê red dikin û em ê bi yekrêziya pêkhateyên gelê xwe li hember wan bisekinin. Her wiha em her şêweyên sextekirina rastiyan di çarçoveyên bêwate de red dikin.”