Meclis dê bi awarte bicive 2024-08-11 17:15:02   ENQERE - Meclis dê vê hefteyê bi awayekî awarte bicive. Serokê Dewletê yê Filîstînê Mahmût Abbas dê ji Lijneya Giştî ya Meclisê re biaxive.    Meclisa ketiye betlaneyê, dê bi sedema serdana Serokê Dewletê Mahmût Abbas di 15’ê tebaxê de wek awarte bicive. Tê payîn ku dê Mahmût Abbas di serdana xwe ya 14-15’ê tabaxê de li Meclisê xîtabî rayedarên hikûmetê û parlamenteran bike. Hat zanîn ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dê di meclisê de amade be. Herwiha tevdîrên awarte dê ji bo Abbas werin girtin û dê derveyî kesên hatine vexwendin tu mêvan ji Meclisê re nayên qebûlkirin.    JI BO ATALAY BANGAWAZIYA CIVÎNÊ    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ê parlamenteriya wî hatiye betalkirin, biryara binpêkirinê da û biryar di Rojnemeya Fermî de hate weşandin. CHP, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Saadetê, Partiya Paşerojê, Partiya DEVA’yê, Partiya Demokrat, TÎP, û nûnerên EMEP’ê daxwaznameya Meclisê vedixwend civînê, teslîmî Serokatiya Meclisê kiribûn. Tê payîn ku dê Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş daxwaza civînê qebûl bike û dê wek roj jî 16’ê tebaxê roja înê were diyarkirin.   DÊ KOMÎSYONA MECRAYÊN DÎJÎTAL BICIVE    Endamên Komîsyona Mecrayên Dîjîtal a Meclisê yên CHP, Partiya ÎYÎ û DEM Partiyê, têkildarî astengiya Instagramê di 8’ê tabaxê de daxwaza civînê kiribûn. Komîsyon di serî de derbarê qedexeya Instagramê û geşedanên têkildarî platformên din ên dîjîtal dê di 16’ê tebaxê roja înê de bicive.