Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn 2024-08-11 18:21:07   XARPÊT - Endezyarê Jeolojiyê Doç. Dr. Mehmet Şefîk Îmamoglû yê di panel Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê de axiviye, ji bo Çewligê hişyariya erdheja bi pileya 7 û jortirê wê kir.    1’emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Dep’ê ku li navçeya Depa Xarpêtê tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn de Gerok Ma li taxa Golpar komxebata zarokan li dar xist. Pişte di Eywana Şaredariyê ya Konferansê de bi navê “Erdhej” panelek hate lidarxistin. Moderatoriya panele Helîn Bozarslan kir û Endezyarê Jîneolojiyê Doç. Dr Mehmet Şefîk Îmamoglû, rêveberê Komeleya Rêveberiya Karesat û Piştevaniyê Abbas Azîzoglû yekem pêşkeşî kirin.    ‘PIŞTÎ ERDHEJÊN MEZIN XETERÎ DIDOME’   Doç. Dr. Mehmet Şefîk Îmamoglû 40 hezar kesên di erdheja Erzînganê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha got: Dema li cihekî erdhej çêbin li wê derê tu caran erdhej xelas nabin. Qada Çêrme, Çewlîg û Kanîreş lê ne valahiyekî mezin a erdhejê heye. Lewma ji ber vê valahiya erdhejê zanist li benda erdhejekî bi pileya 7 û jortirê wê ne. Nayê zanîn bê ka dê erdhej kêngî çêbibe lê belê hewce ye avahiyên tên çêkirin divê li gorî tevdîrên erdhejê werin çêkirin.   ‘EM NADIN JIBÎRKIRIN’   Komeleya Rêveberiya Karesatê û Piştevaniyê Abbas Azîzoglû jî destnîşan kir ku ji ber nêzîkatiya sermayeye nêzî xwezayê dibin pêşî li karesatên xwezayî nayê girtin û ev tişt gotin: “Dibe ku hinek erdheja 6’ê sibatê pêk hatiye wekî asayî binirxînin lê belê em wisa nagirin dest. Em dibêjin ku ‘em nadin jibîrkirin’ û em ê efû nekin. Em dizanin dê karesatên bi vî rengî pêk werin û pêşîlêgirtina karesatan di destê me de ye. Lewma rêveberiya karesatê girîng e.”    Mîhrîcan bi panela “Qirkirina Çandî” didome.