Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan 2024-08-11 23:59:04 ÎZMÎR - Di çarçoveya xebatên meha tebaxê ya Jîn Art Hunerê de belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nişandan. Di çarçoveya xebatên meha tebaxê ya Jîn Art Hunera li semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê de belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nişandan. Belgefîlm di eywana konferansê ya Jîn Art Hunerê de hate nişandan. Tevî derhênera belgefîlmê Şîlan Aaadî nûnerên pariyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivÎl tev li nîşandana fîlm bûn.    Pişî nişandana belgefîlmê derhêner Şîlan Saadî spasiyên xwe ji temaşevanan kir û anî ziman ku ev bi vê nîşandanê gelek kêfxweş bûye. Saadî piştre pirs û nirxandinên temaşevanan guhdar kir.    MIJARA BELGEFÎLMÊ    Belgefîlm bi ser jiyana jinên piştî êrişa DAIŞ’ê ya di 3’yê tebaxa 2014’an de li dijî Şengelê pêk aniye û jinên neçarî koçî Tirkiyeyê kirine, disekine. Belgefîm bal dikêşe ser xeyal, zehmetî û têkoşîna jinên li kampên Amed û Merdînê dijîn û riyên çareseriyê.    BERNAMEYA MEHÊ    Çalakiyên Jîn Artê yên meha tebaxê wiha ne:   * 17-18’ê tebaxê: Stend-up a yek kesî ya Salih Yildizoz   * 24’ê tebaxê: Konser   * 25’ê tebaxê: Konsera Hunermend Tûran Şengul    * 31’ê tebaxê û 1’ê îlonê: Lîstika şanoyê ya yek kesî ya Nazmî Karaman