Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir 2024-08-12 09:01:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da zanîn ku li bakurê Herêma Serhedê û li rojhilatê Behra Reş li benda barîna zêde ne û welatî hişyar kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya texmînkirina hewayê eşkere kir. Li gorî raporê, tê texmînkirin ku li bakurê Herêma Serhedê û li rojhilatê Behra Reş baraneke zêde bibare. Di raporê de hat diyarkirin ku li deverên bakurê Serhedê û li bajarên weke Ordu, Rîze, Artvîn û Trabzonê yên Behra Reş dê baraneke zêde bibare û bi vê boneyê welatî hişyar kir.