TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir 2024-08-12 09:09:09   STENBOL - Di çalakiya 700’emîn a Dayikên Şemiyê de destê Aydin Aydogan hatibû şikandin. Aydogan, derheqê Suleyman Soylu de ku çalakî qedexe kiribû, serî li TÎHEK’ê da lê hate redkirin. Aydogan, got: “Dosyaya amade heye. Dikare biçe îfaeyê bide.”    Dayikên Şemiyê di 25’ê tebaxa 2018’an de çalakiya xwe ya 700’emîn li dar xist. Lê polîsan êrişî çalakiyê kiribûn û di çalakiyê de destê parastvanê mafên mirovan Aydin Aydogan hatibû şikandin. Têkoşîna hiqûqî ya Aydogan hêj didome. Ji ber qedexekirina çalakiyê, Aydogan bi daxwaza ku derheqê Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylu de lêpirsîn were destpêkirin, di 22’yê kanûna 2023’yan de serî li Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) ya girêdayî Wezareta Dadê da.    TÎHEK’Ê SERLÊDAN RED KIR   Aydogan, di serlêdanê de gotinên Soylu yên digot; “Me destûr neda, rast e, ma me çi bikira, ma me destûr bidaya ku rêxistina terorê dayikan îstîsmar bike, ma me destûr bidaya ku weke rûpoşa terorê were bikaranîn?” jî bi cih kir. Aydogan, got ku ji ber êrişa bêperwa a polîsan, êdî bûye welatiyekî astengdar. Di serlêdanê de hat xwestin ku destûr were dayin ku li Soylu lêpirsîn were vekirin. TÎHEK’ê bi îdiaya ku daxwaza behsa xeberê dikeve ber rayeya Meclisê, got: “Nayê qebûlkirin.”    AYDOGAN BINPÊKIRINÊN MAFAN BI BÎR XIST    Aydogan, têkildarî redkirina serlêdanê axivî û biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî şikandina destê wî daye bi bîr xist. Aydogan, got ku piştî biryara binpêkirinê tenê polîs tên darizandin û derheqê Soylu de tu kirarî nehatine destpêkirin. Aydogan, anî ziman ku li pêşberî hemû kes wekhev e û wiha pê de çû: “Meclisa ku di heman serdemê de derheqê Can Atalay de îradeya xwe bi kar anî, çima ji bo Soylu bi kar ne anî? Redkirina serlêdana min a ji hêla TÎHEK’ê ve derhiqûqtî ye. Ji min re hate gotin ku ez dikarim di nava 60 rojan de li dijî biryara TÎHEK’ê li Dadgeha Herêmê ya Enqereyê îtîraz bikim.”    BANG LI SOYLU KIR: HERE ÎFADEYÊ BIDE   Di berdewamê de Aydogan bi bîr xist ku Soylu çendek roj berê ji bo betalkirina parêzbendiya xwe daxwazname daye Meclisê û ev tişt anî ziman: “Soylu, dibêje ku dixwaze were darizandin. Di esasê xwe de Soylu jî baş dizane ku nayê darizandin. Ew bi xwe jî dizane ku di vê pergalê de mimkin nîne were darizandin. Lewma wisa bi rehetî dema Meclis ketî betlaneyê çû daxwazname da. Hazir ev dosyaye heye. Ev dosya niha li Buroya Parlamenter a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ye û bila biçe wir îfadeyê bide.”    Aydogan, diyar kir ku gotinên Soylu yên têkildarî çalakiya Dayikên Şemiyê dikeve ber sûcê “Sorkirina gel û dijminatiyê” û wiha derbirî: “Beşeke civakê ji ber sedemên siyasî dûr hatine xistin. Dema we di qanûnê de ji bo kesekî got ‘têkiliya wî bi terorê re heye’, wê demê hûn mecbûr in vê îspat bikin. Ricaya me ji Soylu ew e ku biçe îfadeyê bide. Hewcehî bi rakirina parêzbendiya wî nîne. Dosyayên hazir hene. Jixwe ne tenê ev, belkî bi sedan dosya hene.”    ‘BÊHIQÛQÎ WELAT PERÎŞAN KIR’   Aydogan, da zanîn ku dê li dijî biryara TÎHEK’ê îtîraz bike û axaftina xwe wiha qedand: “Di çarçoveya biryara Dadgeha Îdareya Herêmî ya Enqereyê em ê ji AYM’ê re bişînin. Em ê biryara AYM’ê ya binpêkirinê ya derheqê min de dabû bi bîr bixin û jê bixwazin ku heman biryarê dîsa bide. Her wiha dê di çarçoveya biryara AYM’ê de em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Tu kes li hemberî hiqûqê xwedî taybetiyeke cuda nîne. Heke hiqûq esas bihata girtin dê pirsgirêkên me tevek bihatina çareserkirin. Dê krîza aborî, xizanî, şer û tevek xelas bibin. Ya ku vî welatî mehf dike, bêhiqûqî ye. Kesên sûc kirine di dawiya dawî de dê her bên darizandin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû