Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin 2024-08-12 11:40:39 ENQERE - Endamê Rêveberiya Meclisa Dêrazorê Şêx Fethî El-Îteş bal kişand ser êrişên Tirkiye, rejîma Îranê û hevkariya wan û anî ziman ku HSD’ê gel ji êrişên van hêzan diparêze û wiha got: “Em jî wek gel, hêzeke ku li cem HSD’ê disekinin û em ê mil bi mil şer bikin.” Hêzên rejîma Sûriyeyê û koma çeteya Dîfa El Watanî ya girêdayî Îranê di 6’ê tebaxê de êrişî Dêrazora  ji hêla Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û piraniya wan ereb lê dimînin, êriş dan destpêkirin. Rêveberiya Xweser a girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva tund da êrişên li dijî sivîlan hatiye lidarxistin û êriş berbelav kirin. Lê belê Dîfa El Watanî vê carê jî gundên Dêrazorê bombebaran kirin. Di êrişan de 6 ji wan zarok bi giştî 2 sivîl û 2 şervanên HSD’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê êriş hatin berbelavkirin û 25 endamên çeteyan jî hatin kuştin.     Meclisa Gel a Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser û gelê Dêrazorê daket kolanan, bertek nîşanî êrişan dan û piştgiriya xwe ya HSD’ê eşkere kirin. Medya nêzîkî AKP’ê jî îdia kir ku ereb êrişî Rêveberiya Xweser kirin.    Me jî van îdiayan, û êrişan ji endamê Rêveberiya Meclisa Gel a Dêrazorê Şêx Fethî El-Îtêş pirsîn.    ‘TIRKIYE, ÎRAN Û REJÎM BI HEV RE NE’   El-Îtêş ê dema pevçûn çêbûne di herêmê de maye anî ziman ku êriş bi awayekî plankirî hatine pêkanîn. El-Îtêş da zanîn ku êriş bi hevkariya Tirkiye, Îran û rejîmê ve bi awayekî hevpar hatine kirin û bilêv kir ku armanca van êrişan jî aramiya Rêveberiya Xweser ava kiriye xerakirin û biryardariya belavkirin e.    El-Îtêş da zanîn ku armancekî din a êrişan gel tirsandin e û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên HSD’ê bi fedakariyekî mezin ji bo ewlehiya herêmê û biryardariyê dixebitin.” El Îtêş bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser û got: “Bû mînakekî serkeftî.”   ‘EM LI  CEM HSD’Ê NE’   El-Îtêş bal kişand ser daxwaza hevdîtina bi reşîma Sûriyeyê ya Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dixwaze hikûmeta Şamê bikêşe cem xwe. Tirkiye dixwaze hemû hêzên li Sûriyeyê li hev bixe. Taybetî jî dixwaze çeteyan li cihê ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê disekine bi cih bike. Lewma em dibêjin ku di van êrişan de destê Tirkiyeyê heye. Em wek rûspî û mezinên eşîrên herêmê li cem HSD’ê ne.”   ‘EM LI DOR HSDÊ BÛNE XELEK’   El-Îtêş bi bîr xist ku HSD’ê hemû gelên li herêmê dijîn diparêze û wiha domand: “Em tu mudaxileyên li dijî herêma me tên kirin qebûl nakin. Ji ber vê yekê em gelê li herêmê û eşîr li dora HSD’ê bûne xelek û em bi hev re axa xwe diparêzin. Em niha li vê derê ne, bi saya berxwedana HSD’ê nîşan daye êriş hatin berbelavkirin. Taybetî jî di berbelavkirina êrişan de gelê me li cem HSD’ê rolekî hêja girt. Em bi tu awayî êrişên Tirkiye û rejîma Sûriyeyê qebûl nakin.”    El Îtêş bi ser nûçeyên têkildarî îdiaya “di navbera HSD’ê û eşîran de şer heye” sekinî û da zanîn ku tiştekî wisa nîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi HSD’ê re bûne yek û em yekitîyek in. HSD ji yekitiya ermen, fileh, ereb û kurdan pêk tê, em bi hev re wek artêşekê li ber xwe didin. Tu gotinên di medyaya tirkan de cih digirin rast nîn in. Îro êrişî gundên Cîded, Egîdat, Dehla, Sebha û Dîbanê hatin kirin. Dixwazin eşîran li dijî HSD’ê sor bikin. Lê belê gelê me gelekî zana ye. Gelê me rastiya Hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfaa El Watanî baş dizane. HSD bi ser sînor her tim amade ye û bi awayekî hestiyar ewlehiya herêmê pêk anî.”     ‘HSD’Ê RIYA HIŞBIRÊ QUT KIR’   El-Îtêş diyar kir ku HSD’ê riyên ku dixwestin hişbira têxin herêmê jî qut kir û bi bîr xist ku çeteyên ku van êrişan pêk anîne jî ev çeteyên hişbirê ne. El-Îtêş wiha pê de çû: “HSD’ê rê li ber anîna hişbirê ya herêma me birî. Lewma ewqas bi hêrs in. Ez dikarin taybejî jî wek dengê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dengê gelê Dêrazorê vê yekê bêjim, gel van binpêkirinan qebûl nake. HSD di kêliyê de êrişên Hikûmeta Şamê û DAIŞ’ê ferq dike û bersiva pêwîst dide, plansaziyên van hêzan yên sorkirina gelan vala derdixe. Di salvegera êrişên sala 2023’yan de careke din êriş kirin. Şikir ji şervanên leheng ên HSD’ê re, wekî her car vê carê jî van êrişan vala derxistin.”    ‘EM MIL BI MIL ŞER DIKIN’   El Îtêş di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em wek gelê Dêrazorê û eşîrên wê li cem HSD’ê ne. Em li dijî van êrişan bi HSD’ê re, hêzeke ku mil bi mil şer dikin in. Ji ber HSD û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzeke tekane ya hemû gelên li herêmê diparêze ye. Ez bi ser navê gelê me û eşîrên li hêrêmê bang li rayedarên Rûsyayê yên li cem Hikûmeta Şamê disekinin dikim ku divê li dijî van êrişan û binpêkirinan helwesta xwe nîşan bidin û danekirinan bisepînin. HSD û gelê me mil bi mil li ber xwe dide. Wekî di medyayê de jî derket pêş, em dixwazin her tim pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyeyê di nava xwe de çareser bikin. Em ê tenê bi vî awayî karibin Sûriyeyekî azad, demokratîk û ne navendî ava bikin.”    MA/Mehmet Aslan