Hêzên Îranê kolberek din kuştin 2024-08-12 12:25:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li sînorê Serdeştê kolberek xelkê Mahabadê ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.   Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê duh hêzên Îranê li sînorê Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê, êrişî komek kolber kirine.   Çavkaniyê da zanîn ku di encama êrişê de kolberê bi navê Elî Resul (32) yê bavê zarokek bû jiyana xwe ji dest da.   Elî Resul xelkê gundê Kuran ya Mahabadê bû û niştecihê navçeya Nelas ya Serdeştê bû.