Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne! 2024-08-12 13:05:08 ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bersiv da pêşnûmepirsa têkildarî girtina welatiyên ji sedî 71 astengdar û yên pirsgirêkên wan ên tenduristiyê yên kronîk hene û wiha got: “Di destê wezareta me de daneyên îstatîstîkî tune ne.”    Di 22’yê hezîranê de li gundê Bilexşê yê navçeya Kercews a Êlihê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Welatiyên di operasyonê de hatin bniçavkirin piştre hatin berdan lê li ser îtîraza dozgeriyê, 9 welatî di 13’ê tîrmehê de hatibûn girtin.    Yek ji welatiyên hatiye girtin jî Emîne Kaya a 54 salî ye. Rapora Kaya ya ku dibêje ji sedî 71 astengdar e heye û nexweşiyên wê yên kronîk hene. Her wiha welatiyê bi navê Yûsûf Bolek ê 68 salî jî bi tena serê xwe nikare sexbêra xwe bike û gelek nexweşiyên wî hene.    Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu girtina şêniyên gund xist rojeva Meclisê. Oduncu, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir. Oduncu, li gel 9 kesên hatin girtin, her wiha xebatên têkildarî girtiyên nexweş ji wezîr pirsî.    Tunç, di 6’ê tebaxê de bersiva pêşnûmeyê da lê belê bersiva pirsên “Çend girtiyên rapora wan a astengdariyê heye?”, “Ji sala 2015’an heta niha çend kesên rapora wan a astengdariyê ya ji sedî 30 û bi ser re di girtîgehê de ne?” nerbersivand. Di bersiva bi îmzeya Tunç de wiha hate gotin: “Têkildarî pirsên ji wezareta me hatine kirin, di destê wezareta me de daneyên îstatîstîkî yên hûr û kûr tune ne.”    ODUNCU: BERSIVEKE JI MICIDBÛNÊ DÛR E   Parlamenter Oduncu bertek nîşanî bersiva wezaretê da û got: “Ji micidbûnê dûr e.” Oduncu, anî ziman ku mijara girtiyên nexweş yek ji birîneke giran a girtîgehan e. Oduncu, wiha domand: “Hema hema her meh girtiyek jiyana xwe ji dest dide. Tevî xebatên rêxistinên civaka sivîl û komeleyên mafên mirovan ên di vê mijarê de jî wezaretê di vê mijarê de tu gav neavêtine. Li gel vê, pirseke têkildarî qada xwe jî bêbersiv dihêle. Di nava du salan de herî kêm 94 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û bi sedan girtiyên nexweş bi awayekî keyfî û ji ber raporên ATK’ê yên tu eleqeya xwe bi zanistê re tune ne nayên tehliyekirin. Divê wezaret vê pirsgirêkê tavilê çareser bike lê li şûna vê, hêj jî girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene û temenê wan mezin digire. Tevî vê jî wezaret micid û bi berpirsyarî nêza mijara dikeve ber wan nabe.”    Oduncu, got ku wezaretê peywira xwe ji bîr kiriye û bang li wezaretê kir ku di mijara girtiyên nexweş de bi berpirsyarî tevbigere û gavên lezgîn biavêje.