Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin 2024-08-12 14:09:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên gelek bajar û navçeyan bi awayekî komî ji TÎP’ê îstîfa kirin.  Gelek rêxistinên bajarên Kurdistanê yên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bi komî îstîfa kirin. Li gel bajarên Kurdistanê, her wiha ji rêxistinên navçeyên Stenbol, Îzmîr û hwd. ên TÎP lê xurt bû jî gelek kesan îstîfa kirin. Di daxuyaniya ser medyaya dijîtal a X’ê de hat gotin ku bi sedan endamên di avakirin û pêşxistina TÎP’ê de cih girtine biryara veqetîna ji partiyê û avakirina rêyeke din dane.    Di daxuyaniyê de ev rexneye hatin rêzkirin:    “* Kadroyên partiyê birêve dibin li şûna rêxistiniyeke domdar û şoreşger di navbera çîna karker û xizanan de çêbike, hilbijartin û parlamenterî ji xwe re kirin mijara esasî ya siyasetê. TÎP’ê gotin û kirinên xwe di çarçoveya pratîkên siyaseta reformîst de ava kir.    * Hewldanên ji bo kolektîfkirin û domdariya hilberîna bîrdozî/siyasî hatin astengkirin û hinek rêveber û endam bûn ‘bijarteyên partiyê.’    * Feraseta ku rêveberan li TÎP’ê ferz kirî, rê li ber wê vekir ku çendek kes tevahiya biryaran li gorî serê xwe bidin û vê jî rê li ber statûkoyê vekir.    * Gavên ji bo gihandina ‘Kadroyên komunist’ bi hinceta ‘partiya girseyî wisa nabe’ hatin astengkirin û hewldanên kariyerîst, performansên şexsî, elîtîzma burjuvaya biçûk û hwd. di nava partiyê de cih girtin.    * Di bîrdoziyê de zelaliyek û konsolîdasyona rêxistinî tune bû lewma jinişka ve mezinbûna partiyê rê li ber jihevbelavbûnê vekir. Her wiha zîhniyeta rastgir di nava partiyê de bicih bû. Di bin navê ‘siyaseta girseyê’ û li ser bingeha pêşverûtî-paşverûtiyê hewl dan bi îdeolojiya burjuvayê anku Kemalîzmê re lihev bikin. Ev yek nayê qebûlkirin û ji hêla siyasî û rêxistinî ve jirêderketin e.    KURD BI TENÊ HATIN HIŞTIN   * Dema mijara behsa xeberê dibû kurd, navenda partiyê, li şûna nêrîna xwe ya ji bo gelên bindest bi derdoreke hêj berfirehtir a civakê belav bike, îdiaya ‘hesasiyeta komarê’ li endam û girseya xwe ferz kirin. “Hiyerarşiya hesasiyetê” ya ku nasnameya tirkbûnê bêhtir derdixin pêş airandin. Navbera civaka kurd û siyaseta sosyalîst hêj bêhtir vekirin. Di heman demê de hejmara kadroyên kurd ên li navenda partiyê kêm kirin, tevî hişyariyan jî guh nedan. Fikra ku girseya xwe li ser nasnameya tirktiyê û aîdiyeta kemalîzmê ava dike xistin meriyetê.    * Vê tercîha navenda partiyê jî rê li ber parastina mafên civakî, siyasî û çandî yên gelê kurd girt. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tifaqeke rast nehat avakirin, ji bilî rojeva qeyûman ku muxalefeta pergalê jî bi eşkereyî li dij derket, gelê kurd bi tenê hate hiştin. Tifaqa hilbijartinê jî tenê ji bo çareserkirina benda hilbijartinê weke formûlek hat destgirtin.    * Di mijara zayenda civakî de polîtîkayeke xweser nehat hilberandin û bi demê re têkoşîna jinan weke daxwazeke ‘laîktiyê’ hat destgirtin. Di heman demê de partiyê navenda partiyê, hewldanên jinan ên ji bo nûnertiya wekhev jî tune hatin hesibandin.”   Çavkaniyên me xwe gihandinê gotin ku ev daxuyanî piştî encama pêvajoyeke du salan derketiye holê.    Rêxistinên bajar û navçeyan û endamên îstîfa kirin ev in:    * Rêxistinên TÎP’ê yên bajarên Agirî, Amed, Êlih, Dêrsim, Mêrdîn, Mûş, Sêrt û Wanê.    Di heman demê de Endamên Lijneya Rêveber ên bajar û navçeyan ên weke Stenbol, Şirnex, Îzmîr, Mûgla, Qers û Erzînganê jî di nav de herî kêm 53 kesan îstîfa kirin.