Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn 2024-08-12 14:33:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Di kongreya 5’emîn a TEV-DEM’ê de Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd wek hevserokên nû hatin hilbijartin.    Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) duh li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “”Rêxistinên civaka sivîl misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne” kongreya 5’emîn li dar xist. Di kongreyê de Remziye Mihemed û Ebduselam Mehmûd wek hevserokên nû yên TEV-DEM’ê hatin hilbijartin.   REMZIYE XELÎL MIHEMED KÎ YE?   Remziye Xelîl Mihemed di sala 1972’yan de li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû. Dibistana navîn li Qamişloyê xwend û di sala 1999’an dest bi têkoşînê kir. di sala 2005’an de bû Koordînatora Kongra Star (Yekitiya Star ya wê demê) û piştî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê, di nava komun, meclis, malên gel de xebitî. Di 2012’an de bû Seroka Meclisa Qamişloyê û karê xwe temam kir. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di sala 2014’an de bû Seroka Desteya Darayî û 6 salan ev peywira xwe domand. Di kongreya 8’emîn a Kongra Star a di sala 2019’an de weke berdevk hat hilbijartin. Di kongreya 9’an de jî bû Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star. Remziye Mihemed di nivîsandina Hevpeymana Civakî de rol lîst. Niha endama Komîteya Hevpeymana Civakî ya Taybet a Jinan e ku ji aliyê rêxistinên jinan ve tê nivisandin.   EBDULSELAM MEHMÛD   Ebdulselam Mehmûd di sala 1982’yan de li bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû. Li Zanîngeha Navneteweyî ya Sûriyeyê ya li Şamê ji Beşa Dermansaziyê mezûn bû. Mehmûd zewicî ye û bavê 3 zarokan e. Mehmûd 2 salan gerînendetiya nexweşxaneya leşkerî ya Dêrikê kiriye. Dûre 4 salan Hevserokatiya Yekitiya Dermanfiroşan a Dêrikê, Girk Legê û Çilaxayê kir û piştre bû Hevserokê Yekitiya Giştî ya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.