Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir 2024-08-12 14:42:42 AGIRÎ - Parlamenter Sirri Sakik di daxuyaniya têkildarî îstîfaya Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Budak de axivî û got: “Tu bi dengê gel hatî hilbijartin lê te îxbara gel kir, te xiyanetê kir. Tu yê çawa derkevî nava vî gelî?”  Rêxistina DEM Partiyê ya Bajarê Agiriyê der barê Hevşaredarê Navçeya Avkevirê Mehmet Alî Budak de ku ji partiyê îstifa kir, li ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bimire Îxanet" û "Hevserokatî xeta me ya sor e" hatin vekirin û dirûşmeya "Bimire Îxanet" hat berzkirin. Bi sedan welatî û rêveber û parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di kêliya ku daxuyanî dihat dayîn de anonsa şaredariyê hat vekirin û welatiyan bi çepikan bertek nîşanî vê provokasyonê da.    'KETIYE NAV TEVGERÊIN DIJEHLAQÎ’    Hevserokê Navçeya Avkevirê yê DEM Partiyê Faruk Tekgul li ser navê girszeyê daxuyanî da û got: "Di pêvajoya namzetiyê de vî kesî li ser şeref û rûmeta xwe sond xwar ku ew ê li gorî hemû hesasiyetên partiyê tev bigere, pergala hevserokatiyê qebûl bike û bi nirxên exlaqî yên partiyê re girêdayî bimîne. Budak piştî ku hat hilbijartin, di bin pêşengiya hêzên qirêj û li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî de, kiryareke bêexlaqî kir. Wî dest bi karên cuda kiriye ji ber ku nêzîkatiya DEM Partiyê ya ji şaredariyê re wekî astengî li ber berjewendiyên xwe yên şexsî dibîne.   GEFA KUŞTINÊ LI HEVŞAREDARA JIN XWARIYE!   Tekgul da zanîn ku piştî hilbijartinê tişta ku ewilî Budak kiriye xwestiye berê gel bide hev û ji bo ji DEM Partiyê biqete serî li rê û rêbazên xayîn sistiye. Tekgul diyar kir ku Budak ji ber ku pergala hevserokatiyê qebûl nekiriye bi rêya birayê xwe gefa kukştinê li hevşaredara wan Cemîle Duman xwariye û got: “Bi van gefan bêhediyê kiriye. Diyar e ku daxuyaniya xwe bi kîjan niyetê nivîsandiye. Hemû gelê Avkevirê jî dizane ku ev kes nikare bi tena serê xwe daxuyaniyek wiha binivisîne.”    ‘EM LÊBORÎNÊ JI GELÊ XWE DIXWAZIN’    Tekgul anî ziman ku ji bo wan pêşbîniyek ku bi vî rengî biqewime wê çêbibe nedîtine ew wek rêxistina navçeyê lêborînê ji gelê navçeyê dixwazin û got: “Em li ber gelê xwe yê birûmet xwerexne dikin. Em ê ji niha şûn ve jî her daîm ji bo gelê xwe li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.”    ‘TU YÊ ÇAWA DERKEVÎ NAV GEL?’   Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivî û bi bîr xist ku ew bi kedeke mezin di hilbijartinê de bi ser ketin û wiha got: “Tu bi dengên vî gelî hatin hilbijartin, lê we îxbara vî gelê kir û we xiyanetê li gel kir. Tu yê çawa derkevî nava vî gelî? Tu û yên ku pişta xwe pê germ dikî, me baş nas dikin. Heke bi te re exlaq û wijdan hebe tu yê îstîfa bikî. Me 3 şaredarî bi dest xistin û bi van şaredariyan em di xizmeta gelê xwe de ne. Beriya hilbijartinê te digot, ‘ez neviyê Şêx Seîd û Seyîd Riza me, lê îro tu kurê xiyanetê yî û tu yê wisa werî bibîranîn.”    ‘EM TE NAS NAKIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr jî axivî û destnîşan kir ku yên ku îradeya wan nas nekin ew jî wan nas nakin û got Budak xiyanetê li hemû gel kiriye.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî got: “Kesek ku ji bîr û baweriya civakê dûr e, îradeya gel desteser kir. Em ê vê xiyaneta te tax bi  tax, kolan bi kolan û mal bi mal bigerin û li rûyê te bixin.”    Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.