Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan 2024-08-12 16:54:11   STENBOL - Alîgirên Amedsporê ên duh li ber stadê beriya maça Amedspor û Fatîh Karagumruk Sporê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Tîma Amedspor û Fatîh Karagumruk Sporê duh li Stada Olîmpiyatê ya Stenbolê maça ewil a Lîga 1’emîn lîstin. Beriya maç dest pê bike li ber stadê alîgirên Amedsporê bi hinceta ku formayên kesk û sor û zer li xwe kirine hatibûn binçavkirin. Li midûriyeta polîsan îfadeyên alîgirên Amedsporê hatin wergirtin û paşê hatin berdan.