Berxwedana li dijî qeyûm didome 2024-08-12 23:32:06 STENBOL/ÎZMÎR- Kesên di çarçoveya çalakiya nobedê ya li dijî xespkirina vînê de, li Stenbol û Îzmîrê hatin cem hev, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar û li dijî şer banga dengderxistinê kirin.    Nobedên "rêza li vînê" yên li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin.    Çalakiya nobedê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, li Qada Şîşhaneyê di roja 59'an de dewam kir. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Çalakgeran tîşortên ku "bicehim qeyûm" li ser nivîsandî li xwe kirin. Di çalakiyê de dowîzên li ser "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Bijî berxwedana zindanan" û "Wê qeyûm hesab bide" nivîsandî hatin hilgirtin.    Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Wê qeyûm biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.    Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku desthilat ne tenê bi polîtîkayên qeyûm, hewl dide li her çar parçeyan destkeftiyên gelê kurd ji holê rake û helwesta PDK'ê hat rexnekirin.    Rêveberê DEM Partiyê yê Bagcilarê Huseyîn Balaban destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm bi hiqûqê nayên îzahkirin û got ku ya hatiye kirin xespkirina vîna gelê kurd e.    BANGA JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR   Dayika Aştiyê Sabîha Bozanê jî diyar kir ku aştî û azadî ji bo hemû gelan hewce ye û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.    Hevserokê Sûltanbeyliyê Haci Erbek jî got ku polîtîkayên qeyûm êrişeke li vîna gelê kurd e û got ku ew vê bêhiqûqîtiyê qebûl nakin.    ÎZMÎR    Çalakiya "Rêza li vînê" ya ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Platforma Meclisên Sosyalîst (SMF) ve li dijî qeyûm hat destpêkirin, vê hefteyê li rawestgeha tramvayê ya li Konakê hat lidarxistin. Nûnerên gelek saziyan û welatî tevlî çalakiyê bûnç Di çalakiyê tim dirûşmeyên "Qeyûm darbe ye, ji darbeyê re na" û "Colemêrg ne bi tenê ye" hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de endamê Meclisa Partiya Çepên Kesk Erol Çirak axivî. Çirak diyar kir ku qeyûm siyaseteke darbeyê ye û got ku ew qeyûm qebûl nakin.