Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû 2024-08-13 10:17:02   WAN - Polîsan bi ser mala Ayfer Şahîn de girtibûn û ji ber îdiaya “Bi beroş-exlewîkê êriş kiriye”, 2 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Şahîn, piştî temamkirina cezayê xwe tehliye bû.    Di 14’ê tîrmeha 2018’an de polîsan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser mala malbata Şahîn de girtin. Di dema serdegirtinê de malî ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Her wiha 2 jê zarok 8 kes jî hatin binçavkirin. Endamên malbatê di dema binçavkirinê de jî rastî îşkenceyê hatin. Ji malbatê 6 kes hatin girtin. Polîsên di serdegirtinê de cih girtin, bi îdiaya “Çêr li me kirin, bi guldank, beroş û exlewîkê êriş kirin” giliyê endamên malbatê kirin.    Ji ber îdiaya polîsan, li tevahiya endamên malbatê bi îdiaya “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dan” û “Ji ber peywira dike, heqaret li xebatkarên cemaweriyê kiriye” doz hate vekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê jî li dayik Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk 33 meh û 22 roj cezayê hepsê birî. Biryar ji hêla Daîreya Cezayan a 2’yemîn a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Wanê ve hate erêkirin. Bi vê yekê re Ayfer Şahîn, keça wê Şehrîban Mamuk û neviyê wê yê 3 salî di 7’ê kanûna 2023’yan de hatin girtin.    Ayfer Şahîn, cezayê xwe temam kir û şevê din ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hate berdan. Şahîn, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê ve hate pêşwazîkirin.    Keça Şahîn, Şehrîban Mamuk ku tevî zarokê xwe yê 3 salî ketibû hepsê jî hêj nehatiye berdan.