Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne 2024-08-13 15:31:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Eşîr û qebîleyên Kantona Cizîrê êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta Şamê yên li dijî Dêrazorê şermezar kirin û wiha gotin: “Em ê rê nedin ku ewlehiya herêmê têk bibin. Li dijî êrişan em bi HSD’ê re ne.”    Hêzên hikûmeta Şamê û komên wê yên paramîlîter ên weke Dîfa El Wetenî, li dijî gundewarên Dêrazorê êriş dabûn destpêkirin û gelek sivîl hatibûn qetilkirin û birîndarkirin. Bertekên li dijî van êrişan berdewam in. Rûspiyên eşîr û qebîleyên kurd û ereb ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê yê Kantona Cizîrê hat dayîn û ji hêla nûnerê qebîleya Şerabînê Mihemed Arif ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta Şamê binpêkirinên din ên li deverên cuda yên wlat paşguh dike û dest bi tevlihevkirina herêmên aram kiriye. Arif, bi domdarî destnîşan kir ku hikûmeta Şamê dixwaze bi alîkariya dewleta tirk û hêzên din li herêmê aloziyê derxîne û aramiyê têk bibe. Daxuyanî wiha domiya: “Beriya salekê jî ji bo têkbirina îradeya gelê Dêrazorê û sembolên wê yên civakî û eşîran, êriş kiribûn lê ev êriş têk çûbûn.”   Di berdewamê de hat gotin ku şêx û rûspiyên Kantona Cizîrê li dijî hewldanên hikûmeta Şamê û çekdarên wê ne û wiha domamiya: “Em eşîr, bi jin, mêr û ciwanên xwe bi HSD û hêzên Asayîşê re ne. Em ê bi hemû derfetên xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin. Ezmûn û mercên dijwar ku em tê re derbas bûne, îsbat dikin ku yekitî û hevgirtina me çeka herî bihêz a li dijî hewldanên têkbirina ewlehiyê û jihevbirina yekitiya pêkhateyên wê ye. Em bi vê yekê bawer in ku welat ji her tiştî buhatir e. Parastina wê erkeke pîroz e dikeve ser milê tevahî ferdên qebîle û eşîrên me.”   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em, hewldanên ji bo derxistina aloziyan û komkujiyên li Dêrazorê şermezar dikin. Ev êriş, sûcên şer in. Binpêkirina rêgezên exlaqên mirovatiyê û qanûnên navneteweyî ne. Em bang li tevahî gelên welatê xwe yên ezîz dikin ku piştgiriyê bidin HSD û hêzên Asayîşê. Berjewendiyên welat bi ser her tiştî re ne."   ‘EM BI HSD’Ê RE NE’   Qebîleya Tey a Ereb jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Serokê Meclisa Qebîleya Tey Hesen Ferhan got ku ew piştgiriyên didin HSD û Asayîşê. Êrişên li dijî Dêrazorê şermezar kir û gotin ku ew bi pêkhate û baweriyên xwe yên cuda bi HSD’ê re ne.