Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome 2024-08-13 16:13:25   ŞIRNEX – Karkerên ku duh di teqîna li Silopiyayê de birîndar bûbûn tedawiya wan li nexweşxaneyên Silopiya û Amedê berdewam dike.      Dûh piştî nîvro li ser rêya Nakitkaya ya gundê Gite a li quntara Çiyayê Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê têqînek pêk hat. Di taqînê de karkerê kana komirê Abit Çevîk jiyana xwe ji dest da. 2 karkerên rewşa wan giran jî sewqî nexewşxaneyên li Amedê hatin kirin.    Li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Silopiyayê karkerên bi sivikî birîndar bûbûn jî îro ji nexweşxaneyê hatin derxistin. Tedawiya karkerê bi navê Nadîr Tîmûr ê li beşa lênêrîna awarte a Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê dewam dike.