2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin 2024-08-13 20:13:45    WAN – Cenazeyên Leyla Aykût a YJA-STAR’î û Nadîr Bûdancer (Alan Malazgîrt) ê HPG’yî radestî malbatên wan hatin kirin.   Cenazeyên endama YJA-STAR’ê Leyla Aykût û endamê HPG’ê Nadîr Bûdancer (Alan Malazgîrt) ku du meh beriya niha di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatin kirin. 21’ê hezîranê canezayên Aykût û Bûdancer biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî diyarbûna encama DNA’yê ku mehek beriya niha malbatan xwîn dabû, cenazeyên Aykût û Bûdancer ji hêla malbatên wan ve ji Goristana Bêkesan a Serê Solan a Colemêrgê hatin hilgirtin. Cenazeya Aykût ber bi Elkê ve û cenazeyê Bûdancer jî ber bi gundê Toraka yê navçeya Malazgîr a Mûşê ve bi rê ketin.