Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê 2024-08-14 08:13:13   MELETÎ - Cenazeyê endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê wefat kiribû, ji bo veşartinê anîn Meletiyê.    Endamê Koma Aştiyê ya di 29’ê Cotmeha 1999’an de ji Ewropayê hatibû Tirkiyeyê Alî Şukran Aktaş di 12’ê tebaxê de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê, koça dawî kir. Cenazeyê Aktaş ji Îzmîrê anîn Meletiyê. Cenaze li Balafirgeha Meletiyê ji aliyê malbatê û parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Omer Farûk Hulaku û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.    Girseyê cenaze ji balafirgehê birin Cemxaneya gundê Taruca ya bi ser navçeya Arxana Meletiyê ve. Cenazeyê Aktaş dê saet di 11.00’an de bi merasîmekê bê veşartin.    Tê payîn Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û siyasetmedar Sebahat Tuncel beşdarî merasîma cenaze bibin.