Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn 2024-08-14 08:53:40 MELETÎ - Li navçeya Arganê ya Meletiyê otobûseke rêwiyan wergeriya. Di qezayê de 3 jê giran bi giştî 14 rêwî birîndar bûn.  Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 34 FA 8808 ku Ş.C. diajot, dema ji navçeya Bodrum a Mûglayê ber bi Wanê ve diçû, li derdora Taxa Doganlar a navçeya Arganê ya Meletiyê wergeriya.    Li ser îxbara welatiyên li derdorê, komên tenduristiyê, AFAD, polîs, cendirme û agirkujiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Di qezayê de 3 giran bi giştî 14 kes birîndar bûn.    Welatiyên birîndar bi ambulansan li nexweşxaneyên cuda yên bajar hatin veguhestin.