Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir 2024-08-14 09:00:48 ÊLIH - Di ser çalakiya li Dihê ya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) re 40 sal derbas bûn. Birayê wî Fehmî Korkmaz bilêv kir ku têkoşîna birayê wî pêşengiya bi milyonan kesî dike.  Di ser çalakiya 15’ê Tebaxê ya Dihê (Eruh) re ku bi pêşengiya yek ji kadroyên ewil ên PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) re 40 sal derbas bûn.  PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê û Şemzînan a Colemêrgê çalakiyên xwe yên çekdarî yên yekem pêk anîn. PKK ya ku ji teref rayedarên dewletê yên wê demê ve wekî "3-5 talankar, eşqiya" dihat binavkirin, ji bo wê 6 saet wext hatibû diyarkirin. Dû re ev wekî 72 saetan, paşê hefteyekê hat diyarkirin. Hikûmetên ku soza "Em ê wê biqedînin" dan çûn, lê paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê mîlyonan ve hat qebûlkirin. Navê Egîd ê ku pêşengiya vê pêşketinê kir bû navekî efsane û kurdan navê wî li zarokên xwe kir.    MALBATA WÎ DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE CIH GIRT   Korkmaz ku di sala 1956'an de li navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bû, di sala 1970'yî de bi malbata xwe re ji ber sedemên cuda koçî Êlihê kir. Xwişka Korkmaz a mezin Meryem Korkmaz li Êlihê bi Hozan Mizgîn re di nava xebatên partiyê de cih girt û gava di Îlona 1980’yî de belavok belav dikirin rastî êrişa çekdarî hat. Korkmazê ku li Taxa Aydinlîkevlerê hat astengkirin, teslîmiyetê qebûl nekir û çalakiya fedaî pêk anî. Birayê Egîd Veysel Korkmaz (Egîdê Biçûk) di sala 1991'ê de tevlî nava refên PKK'ê bû û di 3'yê Hezîrana 1995'an de li Çiyayê Helqîs ê Sasonê tevî 28 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da. Bav Şehmûz Korkmaz jî di sala 1985'an de li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê piştî îşkenceya 50 rojan jiyana xwe ji dest da.   Fehmî Korkmaz, bal kişand ser dîroka têkoşînê ya birayê xwe û diyar kir ku berxwedana ku di temenê biçûk de dest pê kiriye heta nefesa dawî berdewam kiriye.   Fehmî Korkmaz diyar kir ku birayê wî têkoşîna xwe ya di salên lîseyê de daye destpêkirin paşê wê ber bi tevgera karkeran biriye û got ku Egîd wê demê li Êliha bajarekî biçûk ê petrolê bû pêşengiya berxwedana karkeran kiriye. Korkmaz anî ziman ku xwişka wî ji ber ku bi tirkî nizanibûye rastî tundiya mamoste hatiye û wiha got: “Egîd bi dîtina vê yekê di temenekî biçûk de dest bi lêpirsîna zimanê kurdî kir. Birayê min ji vê rewşê pir hêrs dibû. Digot 'Ji ber ku em kurd in û ji ber zimanê me heqaretê li me dikin, bi me re wiha tevdigerin. Ez ê kurdan biparêzim, ez ê bibim leşkerê kurdan, ez ê biçim çiyê.'"   15'Ê TEBAXÊ   Korkmaz anî ziman ku wan di girtîgehê de di bin îşkenceyê de çalakiya çekdarî ya birayê xwe bihîstiye û wiha got: “Di demeke ku îşkenceya giran dihat kirin de televîzyonê nûçeya çalakiyê weşand. Helbet wan ev xeber bi awayê xwe da. Lê yên di girtîgehê de jî dizanbûn ku dê çalakî pêk were. Ji ber ku beriya niha hatibû ragihandin û hatibû hişyarkirin ku piştî vê çalakiyê wê zextên li girtîgehê zêdetir bibin. Ziyaretvanên ku wê demê hatibûn jî digotin, 'Heval ketin qadan, şer dest pê kir'. Sîstemê êdî nikaribû vê veşêre. Her roj xwepêşandan hebûn. Baweriya me zêde bû."   TÊKOŞÎNA WÎ PÊŞENGIYA BI MILYONAN KESÎ KIR   Korkmaz anî ziman ku têkoşîna birayê wî pêşengiya bi mîlyonan mirovî kiriye û got: “Di pratîkê de fêrî her tiştî bûn. Heval Mahsûm ji kesekî din nedixwest ku tiştekî ku ew nikare bike. Wî nedixwest hevalên xwe bi tenê bihêle. Ez bi wî re beşdarî xebatên rêxistinê bûm. Nexwest rojekê jî bêhna xwe bigire. Ji ber rewşa welêt û gel ya ku tê de bûn, bêhnstendinê jî wekî xiyanetê dihesiband. Dema li cihekî dest bi rêxistinkirinê bikira, yekser berê xwe dida cihekî din. Û di her qadê de çûbûyê encam digirt. Îsrar, biryardarî, berxwedan û rêhevaltî, pêşdîtin hemû di wî de hebûn. Her tiştên diviyabû di şoreşgeran de hebe, di wîd e hebûn. Lêbelê, wî tu carî xwe di ser kesî re nedidît û her tim hewl dida tiştekî li ser ya ehyî zêde bike."      HÊ JÎ CENAZE NEHATIYE DAYÎN   Korkmaz anî ziman ku agahiya mirina Egîd di girtîgehê de gihaştiye wî û got: “Wê demê nûçeyên derew di rojnameyan de derketin. Nûçeyên wekî malbata Mahsûm Korkmaz cenaze red kir, hatin weşandin. Cenaze nedan û îşkence li malbata me kirin. Li ser vê yekê jî nûçeyên sexte belav kirin. Gava birayê min ê din hat cem min, behsa belavkirina nçeyê kir. 10 rojan îşkence li birayê min kirin. Paşê li ber çavên wan cenazeyê Egîd gulebaran dikin. Dibêjin, 'Nêzîkî cenaze bisekine, em ê wêneyan bikşînin.' Piştî ku cenaze nîşan dan malbata min deh rojan li Tûgayê hiştin. Li gorî îfadeyên birayê min, piştî ku cenaze teşhîs kirine dengê kemçeyê hatiye bihîstin. Paşê pê dihesin ku cenaze li Tûgayê hatiye veşartin. Cenaze li Tûgayê 6 mehan veşartî tê hiştin. Piştre diyar kirin ku cenazeyê wî li Newala Qesaba hatiye definkirin.”