Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e 2024-08-14 10:16:22   AGIRÎ - Hevşaredara Avkevirê Cemîle Dûman diyar kir ku Mehmet Alî Bûdak ê ku îstifa kir, piştî hilbijartinê li ber hevşaredariyê rabûye û got: "Xwest bi partiyê bê cihekî. Pratîka Bûdak nîşana xiyanet û teslîmiyetê ye."    Mehmet Alî Bûdak ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li navçeya Avkevirê ya Agiriyê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû hilbijartin, di 9'ê Tebaxê de îstifa kir. DEM PArtiyê der barê îstifaya Bûdak de daxuyanî da û got: "Gelê Avkevirê wê Mehmet Alî Bûdak wekî kesekî xayîn û tirsonek bi bîr bîne. Tenê hêviya gel ew e ku Bûdak ji şaredarîtiyê îstifa bike." Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Bûdak gef li hevşaredara din Cemîle Dûmanê xwariye.   PIŞT MAZBATAYÊ 'HEVSEROKATIYÊ' RED KIR   Hevşaredara Avkevirê Cemîle Dûman ku bi kuştinê gef lê hatin xwarin, der barê qewimînan de axivî. Dûman diyar kir ku Bûdak piştî ku hatiye hilbijartin li dijî prensîbên partiyê tevgeriyaye û pergala "hevserokatiyê" qebûl nekiriye. Dûman da xuyakirin ku Bûdak beriya hilbijartinên 31'ê Adarê der barê pergala hevserokatiyê de nêrînên neyînî neanîne zimên û got: "Piştî ku vî kesî şaredarîtiyê bi dest xist, hewl da ku çend pirsgirêkan derxe. Me hişyarî da û lêborîn xwest. Ji bo rayeya îmzeyê bi kar bîne, nexwest bibe hevserok. Lê belê gelê me dît ku kesayetekî çawa ye û bertek nîşan da."    BI KUŞTINÊ GEF LÊ XWARINE   Dûman da zanîn ku Bûdak hewl daye feraseta demokratîk a DEM Partiyê îllegalîze bike û got: "Pratîka Bûdak ronîkirina pergala serdest a mêr e. Bûdak vîna jinê û têkoşîna jinê nas nake. Tenê armanc dike ku şaredariyê bi dest bixe. Bûdak hewl da ku ez paş de gav biavêjim. Wî got ku ev herêm herêmeke eşîrî ye û pergala hevserokatiyê ne guncaw e. Ji aliyê wî û malbata wî ve ez bi kuştinê hatim tehdîdkirin. Min bê westan û bê tirs xebata xwe domand.   Dûman ku pirsî "Wê Bûdak çawa li rûyê gel mêze bike?" destnîşan kir ku ew ê dest ji "hevserokatiyê" bernedin.    'GEL DIZANE KÎ XIYANETKAR E'   Dûman diyar kir ku dê xelkê navçeyê bersiva pêwîst bidin Bûdak û wiha got: "Tişta ku Bûdak kir pratîka xiyanet û teslîmiyetê ye. Tiştekî ku Bûdak ji bo berjewendiya kesane neke nîn e. Bila gelê Tirkiyeyê bizanibe ku pirsgirêkeke me bi alayê û nirxên neteweyî re tune ye. Divê mirov feraseta kesên wiha mehkûm bike. Tu fêdeya kesên wekî Bûdak ji bo civakê tune ye. Kesayetiya Bûdak, awayê rizandina civakê ye. Xwezî Bûdak jiyaneke biexlaq ji malbata û civaka xwe re bihişta. Divê mirov vê ferasetê mehkûm bike. Em bi gelê Avkevirê bawer in. Avkevir dizane kî xiyanetkar û kî leheng in."