Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye! 2024-08-14 10:34:27 STENBOL - Polîsên piştî serdagirtina dawetekî li Esenyurtê kir, kesekî ji rê derbas dibû jî binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan ji muzîkjenekê pirsa ‘Te çima strana hinê li teştê kin stiriyayî’ pirsîn. Herwiha polîsan pirsa dawetê kê organîze kirye jî ji xwediyên dawetê pirsîne.    Polîsên di 10’ê tebaxê li navçeya Esenyûrta Stenbolê bi ser dawetê girtine, ji malbata Karçik S. Karçik, E. Karçik, Ş. Karçik û A.B. û ji muzîkjenan H.B., S.T., M.T. û S.O. binçav kirin. Herwiha polîsên bi ser dawetê girtine, welatiyê bi navê F.A. yê bi ser kursiyekê dawetê temaşe dikir jî binçav kirin. Tevî F.A. 5 kesên hatine binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li Qerekola Kiraçê, hatin berdan. 3 kesên din li dozgeriyê, muzîkjenê bi navê S.O. jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha hatiye kirin û dadgehê bi şertê hefsa malê ya 15 rojan caza li S.O. birî. Ji 9 kesan dîmeneke ji dawetê hatiye kişandin, hate pirsîn. Strana “Bijî Bijî, Heval Egît” a Koma Berxwedanê wek “Propagandaya rêxistinê” hate hesibandin.    JI XWEDIYÊN DAWETÊ RE ‘KÊ ORGANÎZE KIR’ PIRSÎN   Polîsan di qereqolê de strana behsê xeberê nîşanî ferdên dawetê da û pirsa, kê dawetê organîze kiriye kirin. Herwiha pirsên wek kê bernameya meşa dawetê diyar kiriye, kê mûzîkjenan heman muzîkê daye strîn, dema strana “Bijî Bijî Heval Egît” hatiye strîn, çima mudaxile li rewşê nehatiye kirin, hatine pirsîn. Xwediyên dawetê diyar kirin ku ew lîsteya stranan çênekirine û dan zanîn ku ji muzîkjenan xwestine ku stranên gelerî bisitirînin.     PIRSA ‘HENÊ LI TEŞTÊ KIN!’    Ji muzîkjenên di dawetê de li amûrê xistine H.B., S.T. û M.T. pirsa çima hûn tev li gotina stranê bûne hate pirsîn. Balkêş bû ku ji muzîkjen M.T. pirsa te çima strana “Hi nê li teştê kin” strandiye hate pirsîn.    Midûriyeta Polîsan ji muzîkjen S.O. pirsa strana “Bijî Bijî Heval Egîd” hate pirsîn. Hat îdiakirin ku strîna stranê tê wateya “propagandaya rêxistinê”. S.O. sûcdariyên lê dihatin payîn, red kir.    YÊN JI RÊ DERBAS DIBÛ HATE BINÇAVKIRIN   F.A. di îfadeya xwe de anî ziman ku ew bi xwe aşpêj e, dema ji kolanê derbas dibû rastî dawetê hatiye, bi ser vê yekê li ser kursiyekî vala rûniştiye û dawetê temaşe kiriye. F.A. di îfadeya xwe de ev tişt anîye ziman: “Ez nizanim dawet ya kê ye û ji malbatan jî kesî nas nakim. Dema ez rûdiniştim polîs nasnameya min pirsîn û ji min xwestin ku ez xwe bidin alî. Piştre ez ragirtim û anîn navendê (qereqol). Min strana bûye mijara dosyeyê ferq nekir, ez tev li gotina stranê jî nebûm. Min tenê temaşe kir.    MA / Omer Îbrahîmoglû