Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir 2024-08-14 11:42:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Waliyê Kerkûkê Têbwar Taha bi xwendina sondê, dest bi peywira xwe kir.    Di civîna li paytextê Iraqê Bexdayê di 10’ê tebaxê de Meclisa Kerkûkê civiya û Rêbwar Taha ê YNK’î wek waliyê nû yê Kerkukê hilbijart. Waliyê nû yê Kerkukê Rêbwar Taha bi xwendina sondê dest bi peywirê kiriye, anî ziman ku ew ê bibe waliyê hemû kerkukiyan. Taha di Dadgeha Kerkûkê de sonda xwe  xwend û dest bi peywira xwe kir. Piştî sondê Rêbwar Taha civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: “Ez waliyê hemû kerkukiyan im. Em hemû yek in.”    Taha û şandeya pê re piştre ber bi avahiyê walîtiyê ve çû û wek fermî dest bi peywira xwe kir.