Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin 2024-08-14 11:53:29   WAN - Welatiyê bi navê Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir, bi hinceta teqezbûna cezayê hefsê hate girtin.    Welatiyê bi navê Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku ji dest û pêyan ketiye, piştî cezayê wî yê 8 sal û 9 mehan ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, di 11’ê tebaxê de li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin. Mavî, di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê. Mavî, hêj tedawiya wî xelas nebûbû ku ji nexweşxaneyê hate derxistin û di 12’ê tebaxê de şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.    Mavî hem ji hêla çav hem jî ya guh ve astengdar e. Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora “Ji sedî 96 astengdar e” ji bo Mavî daye. Piraniya hinavên Mavî îflas kirine û Mavî ji dest û pêyan ketiye.    Parêzera Mavî, Medya Çalli ji bo taloqkirina înfaza Mavî û sewqkirina Saziya Tipa Edlî (ATK), serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da.    BIRYARÊN DMME Û AYM’Ê BI BÎR XIST   Di serlêdanê de Çalli biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi bîr xist û wiha got: “Heke girtî yan jî hikûmxwarekî/a saxlem ketibe girtîgehê lê piştre nexweş ketibe, heke kesekî/a nexweş ketibe girtîgehê û tevî raporên bijîşkan ên ku dibêjin nexweş e û mercên girtîgehê ne li gorî tenduristiya wî/wê ne jî di girtîgehê de rewşa wan nebaştir bibe yan jî wefat bike, ji vê rewşê dewlet berpirsyar e. Di vê çarçoveyê de divê dewlet ji bo parastina mafê jiyanê bi awayekî xurt hemî tevdîrên hiqûqî, îdarî û darazî bigire û ev yek zarûriyeteke. Bicihanîna berpirsyartiya xwe ya dewletê ya di vê mijarê de, mecbûriyeteke hiqûqî, makeqanûnî, siyasî û wijdanî ye.”    ‘BÊYÎ WERE TEDAWÎKIRIN ŞANDIN GIRTÎGEHÊ’    Di daxwaznameyê de parêzer Çalli cih da daxwaza tehliyekirinê û ev tişt anî ziman: “Di rapora ji hêla Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ve hatiye amadekirin de tê gotin ku ji sedî 96 astengdar e. Gelek nexweşiyên muwekîlên min ên cuda hene û herî dawî bi gumana krîza dil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Lê hêj tetkîk û tedawiya pêwîst nehatibûn kirin ku tenê rojekê li nexweşxaneyê ragirtin û tavilê şandin Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Ji ber sedemên me qala wan kirî, nexweşiyên cidî yên muwekîlê min hene û nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. Tevdîrên ji bo muwekîlê min di mercên girtîgehê de tên girtin dê kêm bimînin lewma em dixwazin ku heta şert û merc guncav dibin înfaza wî were taloqkirin. Em dixwazin muwekîlê me sewqî nexweşxaneyeke baş an jî Saziya Tipa Edlî were kirin û piştî rapora bê ka mercên girtîgehê ji bo wî guncav in an na derdikeve jî înfaza wî were taloqkirin.”   ÇI BÛBÛ?   Di sala 2012’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di bin navê “KCK’ê” de lêpirsînek hatibû destpêkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derheqê Sulyeman Sabrî Mavî de doz hatibû vekirin. Di dozê de 8 sal û 9 meh cezayê hefsê li Mavî hate birîn. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî ya di sala 2019’an de dabû erê kir.    Di çarçoveya heman dozê de 24 kes dihatin darizandin. Li kesên ji dozê tên darizandin ji 8 salan heta 17 salan cezayê hefsê hatibû birîn. Tevahiya cezayan ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin.