Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê 2024-08-14 12:31:52   COLEMÊRG - Cerdevanekê ku li baregeheke leşkerî ya li ser sînor hatiye peywirdarkirin, diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên dijwar leşker naxwazin tev li operasyonan bibin.    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê hatine destpêkirin didomin. Cerdevanekê ku li baregeheke leşkerî ya li ser sînorê Colemêrgê hatiye peywirdarkirin û bi sedema ewlehiyê nexwest navê xwe bide, têkildarî geşedanên li herêmê axivî. Cerdevanî got ku 12 rojan li baregeha leşkerî maye û yekser nebûye şahidê pevçûnan.    Cerdevanî got ku ji ber dijwariya şer û pevçûnan, leşkerên dewleta tirk her carê bi hincetên weke “Hevjîn an jî keça min nexweş e”, “Derûniya min xerab bûye” û “Ez travmayê dijîm” naxwazin tev li operasyonan bibin. Cerdevanî, anî ziman ku PKK piranî çalakiyên xwe ji hewayî ve dike û ev agahî parve kir: “Li vê herêmê heta niha bi sedan leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Piraniya wan jî leşkerên payebilind in. Mînaka vê ya herî şêmber jî serheng Abdullah Cem Demîrkan e. Di rojên ewil ên operasyonê de serhengê wê tabûr û lîwaya ewqas mezin hate kuştin. Heke di opearsyonekê de serheng bimre, bizanin ku di wê operasyonê de her roj leşker dimirin.”