Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin 2024-08-14 12:35:50   ÎZMÎR - Li Îzmîrê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Îzmîrê vê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de B.D., A.K., F.O., H.Ç., O.B. û S.E., jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Hat diyharkirin ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye û hevdîtina parêzeran 24 saet hatiye qedexekirin.