Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn 2024-08-14 15:44:11   QERS - Li Dîgorê 6 jê zarok 17 welatiyên ku di komkujiyek ji aliyê leşkeran ve hatibû kirin, di salvegera 31’emîn de hatin bibîranîn.    Li navçeya Dîgorê ya Qersê di 14’ê Tebaxa 1993’yan de xelkê navçeyê û gundan ji bo li dijî serdagirtinan û lêferzkirina cerdevantiyê xwestibûn meş li dar bixin. Leşkeran li cihê ku gel lê kom bû komıujî pêk anîbû û di gulebaranê de 6 jê zarok 17 welatî hatibûn qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 31’emîn de hatin bibîranîn. Rêxistinên DEM Partiyê ya Qersê û Dîgorê li cihê ku komkujî lê pêk hatibû bîranîn li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag û gelek kes tev li bîranînê bûn. Li cihê komkujiyê ji bo qurbaniyan deqîqeyek rêz hat girtin.    'XWESTIN BIDIN JIBÎRKIRIN’    Parlamenter Heval Bozdag di bîranînê de axivî û wiha got: “Kesên wê demê hatin qetilkirin nikaribûn kîsek arvan bibin malên xwe. Her tim zext û zilmê li mirovan dikirin. Mirovan di bin zilmê de dihiştin. Li ser vê yekê xelkê me yê li vir serî rakirin û ji gundan pêl bi pêl mirovên me li hev kom bûn û ji bo ji zilmê re bêjin na xwestin daxuyanî bidin. Ji çend milan ve xelkê me xwest bimeşin Dîgorê. Leşkeran gule li wan reşandin. Me 17 mirovên me li vir hatin kuştin. Di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Ev komkujî li ber çavê her kesî hat kirin û xwestin kujeran bêceza bihêlin.”    Bozdag bi bîr xist ku kurd bi gelek komkujiyan re rû bi rû hatine hiştin û got: “Ev komkujî hemû bi polîtîkaya cezanegirtinê re bi dawî kirin. Em ê ji bo welatek demokratîk û gel dikaribin bi hev re lê bijîn, têkoşîna xwe bidomînin. Em qurbaniyên xwe carek din bi rêzdarî bi bîr tînin.”    Beşdarên bîranînê qerenfîl danîn cihê komkujî lê pêk hatiye û bername bi dawî bû.