Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn 2024-08-14 18:15:39   COLEMÊRG – Li 4 hunermendên ku di dawetê de stranên kurdî gotin bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.   Hunermend Nacî Tekçe (Ozgûn Tekçe), Alî Tekîn, Îlhan Akdogan û Bedîrhan Uçar ên ku piştî polîsan bi ser dawetên li 3 taxên cuda yên navenda Colemêrgê de girtin, bi hinceta "stranên siyasî dibêjin" hatin binçavkirin û girtin, serbest hatin berdan. Hunermendên hatin binçavkirin îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bi Sîstema Deng Û Zanistê (SEGBÎS) tevli danişînê bûn. Hunermendan gotin ku stranên kurdî ne sûc e û daxwaza berdana xwe kirin. Piştre parêzeran parastin kirin û heman daxwaz dubare kirin.   Heyeta dadgehê piştî parastinan bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kirine" salek û 3 meh cezayê girtîgehê li hunermendan birî. Dadgehê biryara taloqkirina eşkerekirina biryarê da û hunermend serbest hatin berdan.