Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan 2024-08-15 09:05:33   AMED -  Berdana Soydan Akay ê 31 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Marmarayê de ye, bi hinceta "ragihandina rêxistinî dike" cara sêyan 6 mehên din hat taloqkirin.    Soydan Akay (50) ku li Girtîgeha Girtî ya Marmarayê girtî ye, tevî ku cezayê wê xelas bûye jî nayê berdan. Akay, piştî ku di sala 1993'yan de hat binçavkirin bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Înfaza cezayê Akay di 11'ê Tebaxa 2023'yan de temam bû. Lê belê bi hinceta rapora ku ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê (ÎGK) ve hat amadekirin û tê de hat gotin, "Ew ji rêxistinê veneqetiyaye" berdana wî 6 mehan hat taloqkirin. Tehliyeya Akay, bi hinceta "rewşa nebaş" di 12'ê Sibatê de 6 mehên din hat taloqkirin.    HINCET: RAGIHANDINA RÊXISTINÎ!   Berdana Akay, di 12'ê Tebaxê de cara 3'yan 6 mehên din jî hat taloqkirin. Akay ku ji sala 2018'an ve di hucreya yekkesî de ye û hevdîtinên wî yên parêzeran tên tomarkirin, berdana wî bi hinceta "rewşa nebaş" hat taloqkirin. Di biryarê de hat gotin ku li girtîgehê wekî berpirsê girtiyên PKK'yî tê zanîn û li girtîgehê ragihandina rêxistinî dike.    Akay berdana wî hat girtin, pençeşêra prostatê pê re heye. Di heman demê de Hepatît B û romatîzma pê re heye. Akay, di lîsteya "girtiyên nexweş ên giran" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye.    Parêzer Veysel Akay, ji bo birayê xwe pêşwazî bike ji Almanyayê hat ber girtîgehê. Lê belê xebera ku berdana birayê wî hatiye taloqkirin girt.    MALBAT TÊN CEZAKIRIN   Akay, anî ziman ku ew ji 8'ê Tebaxê heta 12'ê Tebaxê her roj diçe cem birayê xwe û diyar kir ku biryara taloqkirinê di roja dawî de, di dawiya mesaiyê de hatiye dayîn. Akay diyar kir ku malbat û hevalên wî 3 roj in ji bo pêşwazîkirina Akay çûne girtîgehê û diyar kir ku bi biryarê re malbat jî mexdûr bûye û hatiye cezakirin.   Akay, anî ziman ku girtiyên nexweş bi tenê hatine hiştin û got ku li hemberî vê yekê muxalefet qels e.   Wasiyê Akay, Şafî Hayme jî got ku li hemberî Akay muameleyeke "taybet" heye û bal kişand ser nexweşînên Akay. Hayme bilêv kir ku berdana girtiyan bêedaletî ye û got: "Em ê li ber xwe bidin. Em ê heya dawiyê li cem zarokên xwe û hevalên xwe bin. Çimkî em mafdar in."    MA / Rûkiye Adiguzel