Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin 2024-08-15 11:34:50 ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hewcedariya hemû Rojhilata Navîn bi agirbestê heye û got: “Rêveberiya demokratîk a Rojava ji bo hemû gelên Rojhilata navîn mînakek şênber e.”  Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de geşedanên di rojevê de nirxand. Temellî di destpêka axaftina xwe de rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî ku îro jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got: "Em sozê didin ku em ê têkoşîna Tarik Ziya Ekîncî berdewam bikin.”    'DIVÊ ÊRIŞKARIYA ÎSRAÎLÊ BÊ RAWESTANDIN’    Temellî bal kişand ser hatina Serokdewletê Filistînê Mahmut Abbas a Tirkiyeyê û got: “Ji bo qirkirina li Filistînê bi dawî bibe hemû dewlet berpirsiyariya xwe bicih bînin. Êrişên Îsraîlê veguherîne qirkirinê. Ji 40 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin. Ji bo vê jî divê cîhan bikeve dewrê û divê vê êrişkariya Îsraîlê bidin sekinandin.”    ‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE AŞTÎ NAYÊ’    Temellî wiha berdewam kir: "Pirsgirêka Filistînê pirsgirêkek kûr e, yek ji pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn e. Pir baş tê zanîn ku heta pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê neyê çareserkirin, aştî nayê Rojhilata Navîn. Gelên Rojhilata Navîn wê nikaribin aştiyê bibînin, lê ne tenê gelên Rojhilata Navîn, siyaseta cîhanê jî wê nikaribe aramiyê pêk bîne. Li dijî geşedanên li Îsraîl bi gelê Filistînê re em nêzîkatiya xwe ya çareseriyê radigihînin. Tirkiye bi vê siyaseta xwe ne dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike û Tirkiye di karûbarên dîplomasiyê de têkçûyî ye.    Desthilatdariya AKP’ê û hevalbendên xwe ku li dijî Îsraîlê ne û rondikên sexte ji bo Filistînê dibarînin, bi her awayî bi Îsraîlê re jî bazirganiyê dikin. Çimkî em we ji nêzîkatiya we ya li hemberî neçareserkirina pirsgirêka kurd nas dikin.    DIVÊ SÛRIYE WERE DEMOKRATÎKKIRIN    Bi rastî jî bi israra we ya di siyaseta şer de li şûna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, nikare li Rojhilata Navîn aramiyê pêk bîne. Lê dema em îro bi giştî li Rojhilata Navîn dinêrin; êdî hemû cîhanê qebûl kiriye ku çareseriya vê pirsgirêkê di çareseriya pirsgirêka kurd de ye. Binêrin, şerê li Rojava gav bi gav ber bi qonaxeke din ve diçe. Şerê Îsraîlê yê piştî Xezeyê stratejiya belavkirina wê li herêmê û mijara dirêjkirina şer bo Îranê bû sedema pevçûnên li Dêrezorê. Lê herêma ku em jê re dibêjin Rojava; di rastiyê de dibe ku di pêşerojê de bibe xaçerêya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn. Dibe ku îro li Rojhilata Navîn yekane modela aştiyê ye. Nîşana demokrasiyê ye. Rêveberî, rêveberiya demokratîk a ku bi hevpariya gelan li Rojava hatiye avakirin, di rastiya xwe de feraseta xweseriya demokratîk a ku gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hev re bijîn, derdixe holê. Çareseriya ku li wir tê kirin, di warê demokratîkkirina Sûriyê û pêkanîna aştiya li Sûriyê de gaveke pir girîng e.   KOMKUJIYA ÊZIDIYAN    Tam 10 sal berê 3’yê Tebaxê salvegera Komkujiya Êzidiyan bû. Tam 10 sal berê Êzidî rastî qirkirinê hatin. Belê, zêdetirî 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin û 6 hezar û 500 jin û zarokên Êzidî hatin revandin. 400 hezar êzîdî ji cih û warên xwe bûne û ji wan 300 hezar jî îro li Herêma Kurdistanê di konan de dimînin. 100 hezar ji wan li welatên cihê yên cîhanê belav bûne. Mafê jiyana Êzidiyan a li bajarê pîroz ê Şengalê ji destê wan hat girtin. Niha Êzidî vedigerin Şengalê.   ÇARESERIYA LI KERKÛKÊ GIRÎNG E    Di van demên dawî de pêşketineke din a girîng li Rojhilata Navîn jî hilbijartinên Kerkûkê bû. Di encama van hilbijartinan de lihevkirinek çêbû. Ev xeberek şanaziyê ye. Mirov dikare lihev bike û çareseriyê çêbike da ku çareserî jî li Kerkûkê çêbibe. Waliyê Kerkûkê dê kurd be û serokê parlamentoyê jî dê ji nav gelê ereb bê hilbijartin. Lewma lihevkirina gelê Kurd û Ereb û beşdariya piraniya Tirkmenên li wir, aloziya heyî ya li Kerkûkê ji holê radike. Piştî ku YNK di hilbijartinê de bi ser ket, li Kerkûkê li dijî zîhniyeta ku hilbijartinê paşguh dike, li ser rewabûna encamên hilbijartinê hatin cem hev. Ew bi çareseriyekê hatin. Ev çareserî çareseriyek pir hêja û girîng e. Nêzîkatiya giştî ya Serokê YNK’ê Talabanî; Em wisa difikirin ku dê di dema pêş de li Rojhilata Navîn, Kerkûk û deverên din bibe sedema geşedanên girîng.   PÊŞNIYARA AGIRBESTÊ    Îro li Tirkiyeyê bi kesên ji Iraqê hatine re di bin navê ‘ewlehiyê’ de hevdîtin tên kirin. Dema em li van hevdîtinan dinêrin; em dibînin ku têgihiştina siyaseta şer di van hevdîtinan de serdest e. Jixwe em baş fam dikin ku li ku derê peyva ewlehiyê tê gotin, ew rastî bêewlehiyê tê û ne ewlehî ye. Encama van hevdîtinan ev e; bi îhtîmaleke mezin dê hevdîtinên ku paşeroja îradeya gel a ku li Iraq, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê derketiye metirsiyê pêk bînin. Banga me zelal e. Em agirbesteke giştî ji tevahiya Rojhilata Navîn re pêşniyar dikin.