Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin 2024-08-15 12:56:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxîsarê 4 girtiyen din bi darve kir. Li gorî nûçeya Rojnewsa ji medyaya Rojhilatê Kurdistanê girtiye îro rejîma Îranê li girtîgeha Qizilxisar 4 girtiyan bi darve kir.  ku yek ji wan Kurdek bi navê Nasir Şefiiye, yên din jî bi navê Seîd Niyazî, Behrûz Wefaî û yek jî ku navê wê nehat zanîn Efganiye.   Hate diyarkirin ku girtiyên hatine darvekirin ê bi navê Seîd Niyazî ji Birûcêrd a parêzgeha Loristanê, Bêhrûz Wefaî yê ji Tehranê û girtiyek ku navê wî nehat zanîn ji Efganistanê bûn.   Her wiha hate destnîşankirin ku girtiyê kurd ê bi navê Nasir Şefiiye (37) xelkê gundê Bebî Kend yê bajarê Tîkabê ye û niştecihê Tehranê bûye jî bi hatiye bi darvekirin.    BI SENARYOYÊN ÇÊKIRÎ TÊN DARIZANDIN   Di destpêka salê ve bi dehan kes li girtîgehên rejîma Îranê hatine bidarvekirin û bi sedan girtiyên din jî bi cezayên darvekirinê hatine mehkûmkirin ku piraniya wan bi tometên siyasî û senaryoyên çêkirî têne sucdarkirin.