‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’ 2024-08-15 17:04:05 ENQERE - Rêxistinên maf û hiqûqê anîn ziman ku rewşa girtî Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di greva birçîbûnê de ne, her ku diçe girantir dibe û xwestin daxwazên girtiyan werin qebûlkirin.  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo Rezzan Şengul û Vedat Dogan ên di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê de bi daxwaza girtegehekî hewadariya wê heye, ketine greva birçîbûnê, daxuyaniya hevpar dan.    ‘PÊVAJOYÊN KRÎTÎK’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şengul 140, Dogan jî 135 roj in ketine greva mirinê, di laşê her du girtiyan de jî nirxên jiyanî hatine konaxekî krîtîk. Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku mafê tenduristiyê yên girtiyan jî tê binpêkirin û wiha hate gotin: “Ji bo kesên ketine greva birçîbûnê, kontrolên tenduristiyê gelek girîn in. Divê kesên dikevin greva birçîbûnê di nava rojekê de herî kêm 5 qedeh av, 2 kevçiyên çayê xwê, 5 kevçiyên xwarinê şekir, kevçiyekî şîrînahiyê karbonat û 500 mg vîtamîna B1’ê bigirin. Divê ji bo kesên dikevin greva birçîbûnê jî divê rîskên din ên têkildarî derdorêjî ji holê werin rakirin.”    ‘DIVÊ TECRÎD DAWÎ BE’   Di daxuyaniyê de rêxistinên maf û hiqûqê cih dan tespîtên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên bi ser girtîgehên tîpên S û Y û wiha hat gotin: “Herwiha ji pêdiviyên hişyariyên sehekî û civakî divê tecrîd û îzolasyona derveyî tenduristiya mirovan were bidawîkirin. Divê ev sepanên tecrîd/îzolasyonê yên ev demekî dirêj a di welatê me de rojevekî sereke ye were dawîkirin. Berpirsyariya vê yekê di serî de aîdê Wezareta Edaletê ye.”   ‘DENG BIDIN JIYANÊ’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên ketine greva birçîbûnê jiyana wan di xeteriyê de ye û ev bang hate kirin: “Em ji tecrubeyên xwe yên kevin dizanin ku jiyana girtiyan di asta ku hatine lê, ketiye xetereyê. Divê şert û mercên çareseriyê werin sepandin û rê li ber dawîkiririna grevê were vekirin. Em di serî de bang li desthilatê dikin; Li dijî rûmet û nirxa mirovan rêzdar bin, deng bidin jiyanê... Tu tişt bi qasî jiyana mirovan binirx nîn e”.