Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin 2024-08-16 10:32:59 MÊRSÎN - Rêveberên Şaxa Hemû Teqawit Sen a 2021’an anîn ziman ku ew nikarin debara xwe bikin û wiha gotin: “Heke em bibin yek, em dikarin biguherînin.”    Bi biryara giştînameya di meha tebaxê de bi îmzeya Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek hatiye ketiye meriyetê, ji teqawitan re ji sedî 19,31, ji teqawitên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) jî ji sedî 24,75 zem hate kirin. Teqawit li dijî rêjeya zema hatiye kirin bi berteke in. Rêveberên Şaxa Hemû Teqawit Sen a 2021’ê bertek nîşanî polîtîkayên aboriyê dan.    ‘TEQAWIT DÊ LI KOLANAN BIJÎN’   Rêveberên Şaxa Hemû Teqawit Sen a 2021’ê ya Mêrsînê Yahya Tûrhan destnîşan kir ku bi gel krîza aborî teqawit pirsgirêkên kirê, xwarin, tenduristiyê dijî û wiha got: “Em di dîtina xaniyê kirê û razandina heqê kirê de zehmetiyê dikêşin. Em ê di demekî kin de taqawitên li kolanan dijîn bibînin. Mînak nayê bîra min ku min ji mala xwe re goşt stendiye. Dema em dikirin jî bi graman distînin. Kirê bûne 10 hezar lîre û mûçeya didin me 12 hezar lîre ye. Ji bo bi vî pereyî re debar were kirin divê mirov bibe cambaz. Em dikarin bi çalakiyên kolanan ên li dijî hikûmetê ji vê rewşê xelas bibin.”    ‘EM BI HEV RE BIHÊZ IN’   Turhan bal kişand ser girîngiya têkoşînê û axaftina xwe wiha domand: “Banga me ya bi hemû rêxistinên civakî yên demokratîk re û li herêmê hatina gel hev a sendîkayên di platformên cuda de dixebitin heye. Em bi hev re bihêz in, dengê me çiqas xurt derbikeve, dê hikûmeta navendî jî ewqas guhdar bike. 300 hezar teqawit li Mêrsînê hene. Heke em ji sedî 10’ê wan, herwiha ji sedî 5’ê wan daxînin qadan, hikûmeta navendî dê neçar bimîne ku banga me guhdar bike. Werin em tim yekitiya çalakiyê bikin.”    ABORÎ BI DEMOKRASIYÊ PÊŞ DIKEVE   Nunerê Hemû Teqawit Sen a 2021’ê  yê Akdenîzê Huseyîn Bal jî bi bîr xist ku di welat de 16 mîlyon taqawit hene û destnîşan kir ku heke teqawit bi hev re tevbigerin dê di siyasetê de bibin dengekî xurt. Bal da zanîn ku bi rêxistinbûna halê hazir têkoşîna bi hikûmetê re, zehmet e û ev tişt gotin: “Heke em bibin yek, em dikarin bi ser bikevin. Ji bo sererastbûna aboriyê, divê li welat demokrasî hebe. Demokrasî, bi rêxistinên herêmî dest pê dike. Xurtkirina raye û bandora rêxistinên herêmî, xurtkirina budçeyan dê demokrasî pêş bixe. Heke ez nikaribim piştgiriyê bidin zarok û neviyê xwe, wê çaxê ez li vî welatî vala dijîm. Ez bi jiyana li vî welatî şerm dikim. Heke em bi rêxistinî tevbigerin em ê ji heqê gelek pirsgirêkan derên. Armanca me bi têkoşîna li dijî desthilata derveyî demokrasiyê avakirina şert û mercên demokrasiyê ye. Di vê çarçoveyê de heke teqawit bibin yek dê karibin gelek tiştan biguherin.”