Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş 2024-08-16 10:37:08 MELETÎ - Suleyman Yucekaya, hevalê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş ê li Îzmîrê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, got: "Di rojekê de saetek, du saet an jî şeş saetê wî hebûya, teqez wê ji bo rêxistinê xerc bikira. 59 salên wî bi têkoşînê derbas bûn."    Endamê Koma Aştiyê ya Duyemîn Alî Şukran Aktaş ku di 29'ê Cotmeha 1999'an de ji Ewropayê hat Tirkiyeyê, di 12'ê Tebaxê de li Îzmîrê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aktaş di 14'ê Tebaxê de li Taxa Tarûca ya navçeya Arxan a Meletiyê ku lê ji dayik bûbû û mezin bûbû, bi girseyî hat definkirin.   Aktaş, di 16'ê Hezîrana 1965'an de li Tarûcayê hat dinê. Aktaş ê ku bavê wî ji bo xebatê çûbû Almanyayê, dibistana seretayî li gund, paşê jî dibistana navîn û amadeyî li navçeya Meletî ya Kûrecikê qedand. Dayika Aktaş beriya ku lîseyê biqedîne tevî xwişk û birayên Aktaş ên biçûk koçî Almanyayê kir û li wir dest bi karê karkeriyê kir. Aktaşê ku perwerdehiya xwe bi serkeftî kuta kir, ji bo xwendina Fakulteya Tibê ya Akdenîzê çû Antalyayê.   Suleyman Yucekaya, hevalê Endamê Koma Aştiyê Alî Şukran Aktaş   JIYANEKE MIŞT TÊKOŞÎN   Hem malbata wî hem jî Aktaş di dema li Meletiyê de gelek caran rastî zilma dewletê hatin. Di 10'ê Nîsana 1971'ê de apê wî Niyazî Tekîn ê endamê Federasyona Ciwanên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DEV-GENÇ) ku li Wargeha Xwendekaran a Balikesîrê ya li Çagalogluya Stenbolê dima, di encama êrişa çekdarî ya endamên Ulku Ocaklariyan de bi giranî birîndar bû û piştî deh rojan jiyana xwe ji dest da. Aktaş ê ku ji qetilkirina apê xwe bandor bû, dema xwendekarê zanîngehê bû bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re hevdîtin pêk anî. Aktaş piştî ku ji ber fikrên xwe yên siyasî hat binçavkirin, li Antalyayê ji dibistanê hat îxrackirin. Aktaş ji ber zextên ku di van salan de pê re rû bi rû ma, neçar ma koçî Almanyayê bike. Aktaş ê ku li Almanyayê têkoşîna xwe didomand, ji bo tevlî çalakiyan bibe rastî zextên dewleta Alman hat.   ENDAMÊ KOMA AŞTIYÊ   Aktaş, di nava Koma Aştiyê ya Duyemîn de bû ku di 29'ê Cotmeha 1999'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê. Aktaş tevî Haydar Ergul, Aygul Bîdav, Îmam Canpolat, Yûsûf Kiyak, Aysel Dogan, Hacî Çelîk û Dîlek Kurt ji Ewropayê hat. Piştî ku di 1'ê Cotmeha 1999'an de yekemîn endamên Koma Aştiyê yên ji Qendîlê hatin girtin, Koma Aştiyê ya Duyemîn jî wekî endamên Koma Aştiyê ya Yekemîn hatin binçavkirin û girtin. 8 endamên Koma Aştiyê yên ku li Stenbolê dihatin darizandin ji 7 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê li wan hat birîn. Aktaş ku di sala 2005'an de ji girtîgehê derket, di doza ku pê dihat darizandin de bi hinceta "potansiyela propagandaya rêxistinê bike" 20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Aktaş piştî ku Dadgeha Bilind di 4'ê Cotmeha 2013'an de ceza pejirand, dîsa sewqî girtîgehê hat kirin û 9 meh û 10 rojan di girtîgehê de ma. Aktaşê ku piştî ji girtîgehê derket jî têkoşîna aştiyê domand û di 29'ê Çileya 2020'an de di 2'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Aştiyê de wekî endamê Lijneya Çavdêriyê ya Weqfê hat hilbijartin.   Aktaş di 12'ê Tebaxê de li navçeya Ûrla ya Îzmîrê ku ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.   ‘XIZMETA GELÊ XWE DIKIR'   Aktaş ku jiyana xwe di bin zext û zehmetiyan de derbas kir, li hemberî hemû pêkanînan jî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt. Hevalê wî yê zarokatiyê Suleyman Yucekaya ku bi wî re mezin bû, behsa Aktaş kir. Yucekaya diyar kir ku Aktaş bi taybetmendiyên xwe yên welatparêzî û têkoşeriyê li ber çavan bû. Li kuderê hewcedarî bi alîkariyê hebûya, yekser diçû alîkariyê." Yucekaya anî ziman ku Aktaş pir ji welatê xwe hez dikir û bi bîr xist ku jiyana Aktaş bi têkoşînê derbas bûye. Yucekaya wiha domand: “2 sal bûn nexweş bû. Beriya ku nexweş bikeve, salê 2-3 caran dihat gund. Gava dêya wî li vir bûya tim dihat. Ew dilsozê bajarê xwe bû. Bandora wî li ser bajêr pir bû. 59 salên jıyana wi di nava têkoşînê de derbas bû. Hem li Tirkiye û hem jî li Ewrûpayê gelek keda wi heye. Di rojekê de du saet an jî şeş saetön wi hebûya,wê ji bo vê tevgerê xerc bikira."   MA / Ceylan Şahînlî