Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire 2024-08-16 11:29:37   AMED - Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi yekdengî biryar da ku 82 otobusên ku kevn bûne bifroşin û li şûna wan 150 otobusên nû bên stendin.    Çaremîn rûniştina civîna asayî ya meha tebaxê ya Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin bi serokatiya Hevşaredar Serra Bucak pêk hat.   Li ser qerebalixiya çûnûhatina gel, gilî û daxwazên gel, Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, biryar da ku 82 otobusên kevn bûne bifroşin û li şûna wan 150 otobusên nû bikirin.    Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Veguhastinê ve pêşkêşî Meclisê hat kirin de, hat diyarkirin ku 82 otobusan ji ber sotemenî û lêçûnên lênêrînê û tamîrê kevn bûne û li şûna wan 150 otobusên nû bên kirîn, bi yekdengî qebûl kir.