Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike? 2024-08-16 16:02:44   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî êrişa parlamenterên AKP’ê ya li Meclisê da û got: “Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?”    Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel êrişa parlamenterên AKP’ê ya li dijî parlamenterên TÎP’ê û DEM Partiyê nirxand û bertek nîşan da. Ozel êrişê wek “şermê” pênase kir.    Ozel wiha got: “Meclis cihê axaftinê ye. Heke li Meclîsê xwîn birije dê hemwelatî çi bikin? Divê di rewşa herî lezgîn de Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş mudaxile bike. Li şûna ku dengê axaftinê olan bide, kulm û pehîn olan didin. Li erdê xwîn heye. Li jinan dixin. Li ber çavên me qewimî. Ji ber ku ez bûm şahidê vê rewşê şerm dikim.”   Ozel destnîşan kir ku divê Numan Kurtulmuş bi serokên giştî yên partiyan re hevdîtinê bike û banga civînê li Kurtulmuş kir.