Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir 2024-08-16 16:07:02   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel serdana Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît a ku bi êrişê re rû bi rû ma, kir.   Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û şandeya pê re serdana Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît ku li Meclisê bi êrişa parlamenterên AKP’ê re rû bi rû ma, kir. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari, Ozel pêşwazî kirin. Serdan-hevdîtin li odeya Koma DEM Partiyê pêk hat û di hevdîtinê de Ozel silametiyê xwest.    Ozel destnîşan kir ku ew ew vê êrişê qebûl nakin.