Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye 2024-08-16 16:39:07 ENQERE - Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûlllari bertek nîşanî êrişa di Meclisê de dan û wiha gotin: “Ev eşqiyatî û çetevaniya siyasî ye.” Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari bi daxuyaniyekî nivîskî bertek nîşanî êrişa parlamenterên AKP’î dan.    ‘EŞQIYATIYA SIYASÎ YE’    Hevserokên êrişê wek eşqiyatî pênase kirine wiha gotin: “Dadgaha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo parlamenteriya Can Atalay were îadekirin biryarek da û me wek partiyên muxalefetê ji bo awarte bicive Meclisê vexwend civînê. Tevî ku biryara vekirî ya AYM’ê heye AKP helwesta xwe ya hiqûqê nas nake, dixweza di bin banê parlamentoryê de jî bimeşîne. Desthilata ku wek awarte civandina meclisê ranegirtiye, çareseriyê di êrişên ku digihijin tundiya fîzîkî de dibînin. Parlamenterên zilam ên AKP’î êrişî parlamenterên me yên jin kiriye û ev yek eşqiyatî ye. Ev êriş nas nekirina îradeya gel e û aciziya siyasî ye. Di serî de Serokwekîlên koma me, tu hevalên me li dijî van êrişan paş de gav navêjin.”   ‘ÇETEVANÎ YE’   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Desthilat AKP’ê û MHP’ê derveyî parlamentoyê hêrî zêde êrişî derdorên muxalîf dike, dixwaze êrişên herî tund bîne parlamentoyê. Desthilata ku derdorên jiyanê, mirov, demokrasiyê, hiqûqê û xwezayê diparêzin, li kolanan û meydanan bi awayekî çetevanî û hovane fermana êrişê dide, dixwaze vê yekê bi parlamenterên xwe ve anîne li Meclisê. AKP’î di civîna ji bo parlamenteriya Can Atalay were îadekirin civiyaye ji bo dengê muxalefetê qut bike û bêhiqûqiyê bidomîne ji kursiya meclisê êrişî parlameterên muxalefetê kirine. Em carek din dibêjin ku li dijî AKP’ê li ber xwe bidin. Em vê feraseta ku êrişî parlamenterên muxalefetê dike û neheq tevdigerin şermezar dikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê doza xwe ya mafdar û doza ji bo demokrasiyê, edaletê û aştiyê bidomînin."