Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan 2024-08-17 08:53:24   AMED - Li Amedê di 13’ê tebaxê de 12 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Amedê di 13’ê tebaxê de 12 kes di serdegirtinên malan de bi îdiaya “dê çalakiyan bikin” hatibûn binçavkirin. Du caran dema binçavkirina welatiyan hatibû dirêjkirin. 12 welatiyên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan a Amedê hat wergirtin, hatin berdan.