Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan 2024-08-17 14:41:03   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ser girtina Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku ku ji sedî 96 astengdar e û hat xwestin bi lezgînî were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 519’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Suleyman Sabrî Mavî (75) yê di 11’ê tebaxê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji mala xwe hat binçavkirin û di vê kêliyê de krîza dil lêxist û tevî vê yekê jî di 12’ê tebaxê de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F’yê ya Wanê.    Endama Desteya Rêveberiya Navendê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û da zanîn ku gelek nexweşîn li Suleyman Sabrî Mavî peyda bûne, ew ji sedî 96 astengdar e û nabihîze û nabîne lê tevî vê yekê jî hatiye girtin û got ew bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Çevîrmen diyar kir ku Mavî di sala 2022-2023’yan de du caran krîza dil lêxistiye û di mehekê de sê caran anjiyo bûye û ew girtiyek nexweşê nav nivîna ye. Çevîrmen xwest ku ev girtiyê nexweş Suleyman Sabrî Mavî bi lezgînî were berdan.