Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê 2024-08-17 14:59:19 STENBOL - Cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî piştî nimêja wî hat kirin, şandin Amedê.  Ji bo cenazeyê rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî li Mizgefta Şakirin a li navçeya Uskudara Stenbolê merasîm hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Kezban Konukçu, Ozgul Sakî, siyasetmedar Gultan Kişanak, parlaemterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û gelek hezkirî, dost, heval û kesayet tev li merasîma cenaze bûn.    Li ser cenazeyê Ekîncî dua hatin xwendin û nimêja cenaze hat kirin. Piştî nimêjê cenazeyê Ekîncî ber bi Amedê ve hat şandin.    Cenazeyê Ekîncî dê sibê li Goristana Şehîtlîkê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê were veşartin.    Dr. Tarik Ziya Ekîncî di 99 saliya xwe de roja 15’ê tebaxê koça dawî kiribû.