Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin 2024-08-17 15:54:17 STENBOL - Xizmên girtiyên nexweş û Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F” de bal kişandin ser girtiyên nexweş. Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn bang li rayedaran kir û xwest girtiya nexweş Şivekar Ataş serbest berdin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 647'an de çalakiya “Rûniştina F”li pêş avahiya ÎHD’ê ya Beyoglu daxuyanî da. Gelek parazvanên mafên mirovan beşdar bûn. Parazvanên mafên mirovan vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Şîkevar Ataş a li Girtigeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye. Endamên komîsyonê di çalakiyê de pankartên “Dermankirin divê neye astengkirin” û “Bila Şivekar Ataş serbest bê berdan” vekirin. Dîsa di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş rakirin.    Endamê  Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Taylan Bekîn,  bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş (27) û wiha got: “Şîvekar nexweşa dil, tansiyonê ye. Disa fitiqa piştê pêre heye. Ataş divê serbest bê berdan. Dîsa li gel Ataş dive hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.    Piştî daxuyaniyê di çalakiyê de, "Ji girtiyên nexweş re azadî” û "Şivekar Ataş serbest berdin” berz kirin.