Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2024-08-17 22:36:19 STENBOL- Di nobeda li dijî tayinkirina qeyûm de ya li Şaredariya Colemêrgê ku li Qada Şîşhaneyê 64 roj in tê lidarxistin, kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.    Çalakiya nobedê ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Stenbolê hat destpêkirin, di roja 64'an de dewam kir. Di çalakiyê de ku gelek nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên civaka sivîl cih girtin, tîşortên li ser "Bicehim qeyûm" nivîsandî hat lixwekirin. Di çalakiyê de pankarta bi kurdî, tirkî, îngilîzî û erebî li ser “Colemêrg ya me ye” û "Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol li cem te ye" nivîsandî hat vekirin. Di çalakiyê de tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrg” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   Çalakî, bi bîranîna kesên ku di 17'Ê Tebaxa 1999'an de di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Paşê rapora der barê daneyên erdhejê de hat xwendin.    Çalakî, bi stranên kurdî û bi çepikan bi dawî bû.