Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin 2024-08-18 09:09:34   ENQERE - Gulşen Adet a ku berdana wê du caran hat astengkirin, bal kişand ser pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan û got: "Ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve."    Gulşen Adet a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, çendî înfaza xwe temam kiriye jî berdana wê bû du caran tê taloqkirin. Adet ku di sala 1996'an de hatiye binçavkirin û piştre li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erzinganê (DGM) hatiye darizandin, bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Adet di 28'ê Adarê de înfaza cezayê lê hatiye birînd qedandiye. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Adet carekê din taloq bike.    'ÊN POŞMANÎTIYÊ QEBÛL NAKIN NAYÊN BERDAN'   Adet ku berdana wê hat astengkirin, bi nameyê bersiv da pirsên me yên der barê armanca avakirin û pêkanînên lijneyên çavdêriyê de. Adet anî ziman ku lijneyan hincetên wekî "rewşa nebaş" derxistine holê û diyar kir ku berdana wan hatiye astengkirin. Adet got: “Her kes baş tevdigere. Lê belê tê gotin ku; 'Ji ber ku têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye û ne poşman e, nayê berdan. Tê gotin ku ger girtî poşman be, wê demê dikare bê berdan û tev li civakê bibe. Tenê pîvana tevgera baş aniha qebûlkirina poşmaniyê ye."    Adet diyar kir ku hemû biryarên lijneyan wekhev in û destnîşan kir ku gelek dadgeh tevî îtîrazan jî biryarên lijneyan erê kirine.   Adet got, “A rast, dadweriya înfazê saziya pesendkirina îdareyan e. Sazî, ji roja hatiye avakirin heya niha tu serlêdaneke me jî bernesivandaiye. Der barê darazê de, dadgeh û Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi awayekî senkronîze li dijî me dixebitin. Jixwe di vî warî de Enqere wek herêma pîlot hatibû hilbijartin. Sedema vê jî ew e ku di navenda hemû mekanîzmayên dewletê de ye. "Rêveberiya Girtîgehê û hemû saziyên din ên dadwerî bi temamî li dijî girtiyên siyasî hiq,qa dijmijatiyê pêk tînin."    Adet anî ziman ku biryarên dadgeriyê û dadgehê ber bi Dadgeha Destûra bingehîmn ve şandine û got ku  kê nbelê mya niha tu bersiv nehatiye.    ŞERÊ TAYBET   Adet bi bîr xist ku Tirkiye îdia dike ku li gorî pîvanên Yekîtiya Ewropayê (YE) tevdigere û got: “Eger îro girtîgeh tijî bûbin û her tim girtîgehên nû bên avakirin, ev yek ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd e. 40 sal in heman rê û rêbaz tê ceribandin. Ev yek ji polîtîkayên bingehîn ên rejîma şerê taybet e ku 40 sal in li dijî me girtiyan e dide meşandin.  Têkoşîna azadî, demokrasî û mafên mirovan têkoşîneke ku berdewamiyê dixwaze. Lewma desthilat di şexsê girtiyên siyasî de bi pêkanînên cuda dixwaze vê têkoşînê bişkîne.”   Adet diyar kir ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê helwesteke taybet heye û girtîgeh ji aliyê kadroyên MHP'ê ve tê birêvebirin û wiha got: "Ji midûrê yekemîn ê girtîgehê heta dozgerê girtîgehê hemû bi xebatkar û îdeolojiya MHP'ê tevdigerin. Bahçelî diyar dike ku kî ji girtîgehê derkeve kî na. Bahçelî cerdevanê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ye."   Adet anî ziman ku divê raya giştî li hemberî tiştên diqewimin bi hestiyar be û wiha dewam kir: “Li girtîgehan bi taybet pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û bi giştî tecrîdeke giran heye. Lewma ger tişt bê kirin divê niha bê kirin, yan na wê pirr bi derengî bikeve."